TJA, DBP û DEM Partiyê li bircên Ben û Sen a Taxa Şehîdlîkê bi coşeke mekin û meşaleyan Newroz pîroz kirin. Şêniyên Taxê bi coş tev li pîrozbahiyê bûn.
Pîrozbahiyên Newrozê her şer li taxan berdewam dikin. Îşev jî agirê Newrozê li Taxa Şehîtlîkê ya Amedê geş bû. Beriya ku Newroza mezin a Amedê bê pîrozkirin, her roj û şev li taxan gel kom dibe û Newrozê pîroz dike. Şêniyên taxa Şêhîdlîkê li bircên Ben û Senê ya Amedê bi meşeleyan meşek girseyî li dar xist. Şêniyên taxê bi cil û bergên xwe yê Kurdî tev li pîrozbahiyê bûn. Gel dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Newroz pîroz be” û “Jin Jiyan Azadî” berz kirin. Di pîrozbahiyê de hevserokên Şarederaya Bajarê Nû ya Amedê Safiye Akdag, Mehmet Ergûn, rêveberên DEM Partî, DBPê ya Amedê, aktîvîstên TJAyê û gelek welatiyên tev li bûn.
Bi sedan kesên ku meşale xistin destê xwe û meşiyan tariya şevê ronî kirin û ruhê salên 1990î dan Newrozê. Gel li dora meşaleyan kom bûn û li ber dengê defê dirûşm berz kirin.
Girseyê piştî meşê agirê Newrozê pêxist û li ber agirê Newrozê govend geraend.