Di çarçoveya kampanyaya “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” de li Tebqayê meş hat lidarxistin.
Li Tebqayê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş hat lidarxistin. Di meşê de ji Tebqa, Şehba û Efrînê gelek şêx, rûspiyên oldar, nûnerên partiyên siyasî, rêxistina civaka demokratîk amade bûn. Di meşê de pankarta “Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bingeha aştî û demokrasiyê ye” hate vekirin
Meş di çarçoveya kampanyaya Foruma Azadî û Aştî ya Ewropayê ya bi navê “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” de ku di 5’ê Hezîrana 2025’an dest pê kiribû, hat lidarxistin. Gelek akademîsyen, hunermend, siyasetmedar, rojnamevan, parêzvanên mafên mirovan û çalakger beşdarî meşê bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin, pankarta “Azadiya Rêber Apo misogeriya aştî û demokrasiyê ye” hate vekirin. Meşvan ji navenda demkî ya bicihbûna koçberên Efrîn û Şehbayê ya li Bajarê Werzîşê meşiyan û ber bi avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê ve çûn.
Beşdarvanên meşê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û gotin ku ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şansekî mezin e.
Meşvan bi diruşma “Bê Serok Jiyan Nabe” meşa xwe bidawî kirin.