Êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê giran dibin. Li xeta Tişrînê di navbera hêzên HSD-YPJ û çeteyên HTŞê û Tirkiyeyê de şerekî giran diqewime. Çete hewl didin bi tankan bi pêş ve biçin, şervanên HSD û YPJê bersiva tund didin.
Çeteyên HTŞê û Tirkiyeyê ji roja 16ê Çile ve êrişên giran li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berfireh kirin e. Bi giranî êrişî dibin ser Tişrînê ku li başûrê bajarê Kobanê yê Kantona Firatê ye.
Li Tişrînê ku bi tank, top û çekên giran tê bombekirin, liv û tevgera droneyên bombebarkirî yên çeteyan dewam dike.
Li gorî agahiyan, li Girê Suryatel ê li herêmê di navbera şervanên HSD-YPJê û çeteyan de şerekî giran diqewime.
Çete hewl didin li Girê Suryantelê bi tankan bi pêş ve biçin. Şervanên HSD û YPJê bi tundî bersivê didin hewldana çeteyan.













