Amed – Sûka Mast a Navçeya Sûra Amedê bi firotina mast tê nasîn. Sûka mast xwediyê dîrokek kevnare ye. Hemwelatî hê jî mastên xwe jî ve sûkê dikirin.
Navçeya Sûrê bi dîrok, mîmarî, esnaf û çanda xwe tê nasîn. Gelek bawerî, çand di nava hevde jiyan e. Li kolan û kuçeyan bêhna çand, dîrok û baweriyan jê tê. Yek aliyê navçeya Sûrê esnaf û sinhetkarên li vir kar dikin e. Yek ji van kuçeyan Sûka Mast e. Sûka Mast bi firotina mast tê zanîn. Li vê sûkê 20 dikan bûn. Niha tenê 5 dikan bi awayekî çalak mast dikirin û difiroşin. Esnafên bi navê Seyfettin Demircan û Recep Baran, diyar kirin ku kiryarên Sûka Mast ên her dem hene û ji wan mast distînin. Esnaf Seyfettîn Demîrcan û Recep Baran rojê 50 satil mast difiroşin.
Seyfettin Demîrcan, destnîşan kir ku nêzî 50 sal in mast difiriş e û wiha got:
“Kalê min ev kar ji bavê min re hişt. Bavê min jî ji min re hîşt. Gundiyên gundên derdorê her roj serê sibê seat di 05:00an de mast tînin. Mastê ku gundî tînin em li vir difiroşin. Em heta nîvro nêzî 50 satil mast difiroşin.
Kiryarên me yên daîmî hene.”
Demîrcan anî ziman ku kiryarên wan ên ku her tim tên ji wan mast distînin hene û ev tişt anî ziman: “Di zarokatiya xwe de em bi dayika xwe re dihatin me mast ji vir dikirî. Niha yên têne ji me mast distînin hene. Pranî ew tên ji me mast distînin.
Herî zêde mastê çelekê tê firotin.”
Esnafê bi navê Recep Baran jî anî ziman ku Amedî herî zêde mastê çelekê distînin û wiha got:
“Mastên me jî gundên derdorê tên. Em mastê fabriqeyan nafiroşin. Amedî herî zêde jî mastên mêşinê hez dikin. Taybetmendiya mastê mêşinê tema wê hinek tirş e. Piranî mastê mêşinê dikin dew û ve vedixwin. Lê jî ber ku mastê çelekê ji yên din erzantire hemwelatî piranî mastê çelekê dikirin.”