Wezareta Karên Derve ya Venezuelayê ragihand ku ew êrişa leşkerî ya Amerîkayê red dike û li welat rewşa awarteiy hatiye ragihandin.
Vê sibehê balafirên şer ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) êrişî paytexta Venezuelayê Caracasê kir. Wezareta Karên Derve ya Venezuelayê têkildarî êrişê daxuyanî da. Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev êriş binpêkirineke eşkere ya peymannameya Neteweyên Yekbûyî û prensîbên yasaya navneteweyî ye.
Wezaretê di daxuyaniay xwe de da zanîn ku ev cure êriş gefeke rasterast e li ser ewlehî û aramiya navneteweyî. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro, plana parastina niştimanî ji bo rûbirûbûna gefan amade kiriye û rewşa awarte ragihandiye.













