Wan – Endamên meclîsa ciwanan a DEM Partiyê Lorîn Aryen Tûrgût û Kenan Îldenîz hatin binçavkirin.
Endamên meclîsa ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Lorîn Aryen Tûrgût û Kenan Îldenîz, di derdora saet 17.30an de li ber avahiya DEM Partiyê ya Wanê ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin. Polîsan bi hinceta “îfadeya we heye” Lorîn Aryen Tûrgût û Kenan Îldenîz bi zorê li wesayîteke sivîl siwar kirin û ew birin Midûriyeta Polîsan a Wanê.