Bi germbûna hewayê re li herêma Serhedê darên fêkiyan kulîlk vedan. Bi barîna berfa meha Nîsanê re kulîlkên darên fêkiyan ên qeysî, sêv û gûzan şewitîn û pûç dibin.
Li herêma Serhedê, ev du roj in berfeke zêde dibare û ev yek metirsiya sermayê bi xwe re anî. Berfa dibare pileya sermayê dixe û kûlîlkên daran diweşîne. Ev berfa ku piştî “bihara xapînok” tê, bi taybetî li herêmên bilind hevsengiya jiyanê serûbin dike. Li bajarê Wanê, ji ber ku asta wê ya ji behrê bilind e û xwedî avhewayeke hişk e, barîna berfê ya di meha nîsanê de bandoreke rasterast û kûr li ser jiyana bajêr dike.
Xetereya li ser kulîlkên biharê
Li Wan û navçeyên wê, di van rojan de piraniya darên fêkî kulîlk vedabûn û bi kulîlkên spî hatibûn xemilandin. Barîna berfê ya di vê demê de, bandoreke neyînî li ser kulîlkên daran dike. Ji ber ku kulîlkên daran di dema biharê de li hember sermayê pir nazik in, kêmbûna pileya germê dibe sedema “şewitîna kulîlkan” û ev yek jî dibe ku bibe sedema kêmbûna berhema îsal.
Li nava jiyanê bandora berfê ya neyînî
Berfa ku li navenda bajêr û navçeyan bi bandor bû, bandoreke neyînî li ser jiyana rojane jî kir. Welatî û şofêr di trafîkê de bi zehmetiyên mezin re rû bi rû man. Li Wanê rêyên 93 gundan ji ber berfa zêde hatine girtin û şaredariyên herêmê ji bo vekirina rêyan di nava hewldanan de ne. Li gorî daneyên meteorolojiyê, ev barîna berfê tenê ji bo îro ye û xuya dibe ku sibê dê bandora xwe winda bike.













