Li navçeya Tûşbayê ya Wanê bi pileya 4.5 erdhej çêbû.
Li gundê Derebeyê yê navçeya Tûşbayê ya Wanê derdorê saet 22.18an de bi pileya 4.5 erdhej çêbû. Erdhej bi dijwarî hat hîskirin û tirseke mezin çêkir. Li gorî Rasathaneya Kandîlliyê kûrahiya erdhejê 5.7 e.
Gelek bajarên derdorê jî erdhej hîs kirine.













