Li Wanê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de mitînga bi dirûşmeya “Ne tecrîd dê azadî bi ser bikeve” destpê kir.
Li Wanê ji aliyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve mitînga bi dirûşma “Ne tecrîd dê azadî bi ser bikeve” tê lidarxistin. Di mitînga di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de wê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û aktivîsta TJAyê Gultan Kişanak biaxivin.
Di mitîngê de hunermend Xecê û Aylîn Demîrkaya derkevin ser dîkê.
Mitîng niha bi axaftinan dewam dike.