Akademîsyena Aştiyê Yasemîn Ozgun ku di panela “Şer-Aştî û Jin” a ji aliyê Meclîsa Jinan a Şaxa KESKê ya Wanê ve hat lidarxistin de axivî, diyar kir ku ” Tundiya li ser jinê bi şer re têkildar e, her cure serdestiya li ser bedena jinê jî bi şer re girêdayî ye.” Elçîn Aktoprak jî got: “Tişta herî girîng windanekirina têkoşînê ye”
Meclîsa Jinan a Şaxa KESKê ya Wanê, bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşma “Em li dijî xizanî, tundî û bêewlehiyê têkoşîna aştî, laîktî û azadiyê mezin dikin” paneleke bi navê “Şer-Aştî û Jin” li dar xist. Panel li Salona Konferansê ya Azîz Vural a KESKê hat lidarxistin û gelek jin beşdar bûn.
Moderatoriya panelê li ser navê KESKê Sema Aktaşê kir û Akademîsyenên Aştiyê Yasemîn Ozgun û Elçîn Aktoprak wekî panelîst cih girtin.
‘Em di cîhaneke ku hêz bi temamî hatiye desteserkirin de dijîn’
Di panelê de ewilî Akademîsyena Aştiyê Yasemîn Ozgun axivî û behsa mînakên cîhanê yên di rewşên şer de kir. Yasemîn Ozgun bal kişand ser şerê li dijî Îranê û got: “Niha kî bawer dike ku DYA dê aştî û demokrasiyê bîne Îranê? Kes bi tiştekî wiha bawer nake. Em di cîhaneke ku hêz bi temamî hatiye desteserkirin de dijîn.” Yasemîn Ozgun her wiha bal kişand ser qadên şerê taybet ên ku di sala 1952an de li Tirkiyeyê bi hevkariya CIA û NATOyê hatine avakirin û bûne sedema pêvajoya kontrgerîlayê.”
‘Armanca tecawizê îspata serdestiya mêr e’
Yasemîn Ozgun bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan û got: “Di welatekî ku bêhiqûqî wekî norm tê dîtin de, her tiştê li derveyî hiqûqê tê kirin.” Yasemîn Ozgun behsa bandorên şerê taybet ên li ser bedena jinê kir û wiha domand: “Tundiya li ser jinê bi şer re têkildar e, her cure serdestiya li ser bedena jinê jî bi şer re girêdayî ye. Ev taktîkeke sîstematîk e. Heke bedena jinê neyê nesnekirin, dê tecawiz lê neyê kirin. Armanca tecawizê mîna îspat û nîşaneyeke serdestiya mêr e.”
‘Divê aştî di nava civakê de pêk bê’
Paşê Akademîsyena Aştiyê Elçîn Aktoprak axivî û tiştên ku jin di pêvajoyên şer de dijîn bi mînakên cîhanê şirove kir. Elïn Aktoprak behsa ferqa navbera “aştiya negatîf” û “aştiya pozîtîf” kir û got: “Heke aştiyeke mayînde bê avakirin, divê ji nava civakê pêk bê. Jin dizanin ku bêedaletiya civakî û koletî di navbera jin û mêran de çawa cuda ye. Di şerê Bosnayê de gelek jin rastî tecawizê hatin. Lê di pêvajoya aştiyê de li ser maseyê tu rêxistina jinan tune bû.”
‘Tişta herî girîng windanekirina têkoşînê ye’
Elçîn Aktoprak behsa rûmeta mirovahiyê û pêvajoya Afrîkaya Başûr kir û axaftina xwe wiha qedand: “Tişta herî girîng windanekirina têkoşînê ye. Di rapora dawî ya Meclisê de tişta herî girîng guhdarkirina gelek qadên civaka sivîl û saziyên jinan bû. Jin hatin guhdarkirin. Lê di raporê de di warê zayenda civakî de tu tişt tune bû. Biratî, wekî ‘biratiya mêran’ hat dest girtin. Ji ber ku ev ‘biratiya Îslamî’ bû, jin hatin dûrxistin û di raporê de behsa zayenda civakî nehat kirin. Êdî li rojava jî tiştek bi navê mafên mirovan nemaye.”
Piştî axaftinan, panel bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.














