Li bajarê Wanê berfa ku duh danê êvarê dest pê kir, tevahiya şevê bariya û Wan carek din bi berfê xemilî.
Li bajarê Wanê duh danê êvarê berfê lê kir û carek din Wan bi berfê xemilî. Tevahiya şevê berfê lê kir û berfek zêde bariya. Li çoltarên Wanê hê jî berf lê dike. Hat zanîn ku ji ber berfê rêyên 166 gundan û 224 mezrayan hatine girtin û li navenda bajêr jî hatin û çûna wesayîtan asteng dike. Welatî ber deriyên dikanên xwe bi derfetên xwe paqij dikin û şaredariyan tu xebat nedaye destpêkirin.
Her wiha li navendê ceyranên gelek cihan jî çûne û derbarê pirsgirêkê de VEDAŞê tu daxuyanî nedaye.













