Ji 16 ciwanên ku li Wanê hatibûn binçavkirin, yek jê zarok 5 ciwan hatin girtin.
Li Wanê 16 kesên ku di serdegirtina malên wan de hatibûn binçavkirin, îro piştî îfadeyên wan ên li Midûriyeta Polîsan anîn dozgeriyê. Dozgeriyê 16 kes sewqî Dadgeha Cezayê ya Nobedar kir û yek ji wan zarok, 5 kes bi hinceta “zerar daye malên cemaweriyê” hatin girtin. 11 ciwan jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Ciwanên hatin girtin şandin girtîgehê û tê payîn ku zarok jî bişînin Girtîgeha Zarokan a Amedê.













