Riha – Dayikên ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin navçeya Xelfetiyê bi lêv kirin ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rojbûna gelê Kurd e û gotin: “Em azadiya Serokê xwe dixwazin. Em dixwazin bi Serokê xwe re bi hev re pîroz bikin.”
Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Rojên Amara bernameyên pîrozbahiya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomînê. Di çerçoveya bernameyan de îro li navçeya Xelfetiyê mîhrîcan dê be li darxistin. Di seatên sibe de bi hezaran kes li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo mîhrîcanê hatin navçeya Xelfetî ya Rihayê û li benda pîrozbahiya mîhrîcanê ne. Dayikên bi xemla kesk, sor û zer hatin mîhrîcanê bi lêv kirin ku Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rojbûna Gelê Kurd e û daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan kirin û gotin: “Em azadiya Serokê xwe dixwazin. Em dixwazin bi Serokê xwe re bi hev re pîroz bikin.”












