• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
20 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şeva Yeldayê li Êlihê bi coş hat pîrozkirin

    Şeva Yeldayê li Êlihê bi coş hat pîrozkirin

    Cîhan û Nazim li Amedê hatin bibîranîn: Bi sedan peyrewên wan hene

    Cîhan û Nazim li Amedê hatin bibîranîn: Bi sedan peyrewên wan hene

    Rojnemeger Cîhan Berk hat girtin

    Rojnemeger Cîhan Berk hat girtin

    Li Sûrê civîna Aştî û Civaka Demokratîk: Bê azadiya Ocalan aştî nabe

    Li Sûrê civîna Aştî û Civaka Demokratîk: Bê azadiya Ocalan aştî nabe

    Dayika Taybet li kolana lê hatibû kuştin hate bibîranîn

    Dayika Taybet li kolana lê hatibû kuştin hate bibîranîn

    Li Şamê êrişên li dijî Xiristiyanan zêde dibin

    Li Şamê êrişên li dijî Xiristiyanan zêde dibin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Li Xezayê 50 kes li Sûriyê 11 kes hatin kuştin

Navenda Nûçeyan /AW

26 GULAN 2025 - 15:14
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A

Şerê li Filistin, Sûrî, Ukrayna û gelek welatên din didome. Ji ber şer her rojê bi dehan mirov têne kuştin. Di 24 saetên dawî de di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de herî kêm 50 kes hatin kuştin. Li Sûrî jî di 24 saetên dawî de 4 jê zarok 11 kes hatin kuştin.

Şarê sêyemîn ê cîhanê didome. Her roj bombe têne barandin û mirov têne kuştin. Ji ber êrîşên li ser welatiyan her rojê bi dehan welatî têne kuştin û koçber dibin. Şerê di navbera Filistin Îsraîl, Rûsya Ukrayna û şerê navxweşî yê Sûriyeyê didome.

Çapemeniya filistînî ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên 24 saetên dawî de li Xezayê herî kêm 50 kes hatine kuştin. Berdevkê Parastina Sivîl a Xezayê Mehmûd Besel der barê êrişê de agahî dan AFPê û da zanîn ku di bombebarana li ser dibistana Fehmî El Cercawî ya li taxa Diric a Xezayê de bi kêmanî 33 filistînî hatin kuştin. Besel aşkera kir ku piranî jin û zarok bi dehan kes jî birîndar bûne. Artêşa Îsraîlê der barê êrişa li ser dibistanê de ragihand: “Terorîtên mezin li navenda fermandariyê ya Hemas û Cîhad Îslamî ku li devereke berê dibistan bû, çalak bûn, hatin hedefkirin.”

Li Sûrî 11 kes hatin kuştin

Li gorî daneyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de 11 kes ji ber êriş, bermehiyên şer û bikaranîna çekan hatine kuştin. SOHRê der barê mijarê de ev da zanîn ku li bajarokê Diwêr ê Dêrazorê şivanek di encama teqîna mayînekê de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Sibêxanê jî zarokek keçîn bi şaştî ji aliyê birayê ve bi çifteya nêçîrê hat hatin, li bajarokê Celaa yê rojhilatê Dêrazorê ji ber teqîna depoyeke çekan 3 endamên hêzên ewlehiyê yên desthilata Şamê jiyana xwe ji dest da û 4 endam jî birîndar bûn.

Li gorî SOHR’ê, li Cebl Şaîr ê Humsê jî ji ber teqîna bombeyekê zarokekî jiyana xwe ji dest da. Li gundewarê Ceblê yê Laziqiyê jî di êrişa çekdarê nenas de ciwanek hat kuştin. Li taxa Nasira ya bajarê Hesekê komek dizan bi ser malekê de girt û kesek qetil kirin, li heman bajarî di encama teqandina bê serûber a çekdan ciwanek hat kuştin. Hate diyarkirin ku li taxa Someriyê ya Şamê jî ji ber teqandina bê serûber a çekan zarokekî jiyana xwe ji dest da û li gundewarê Minbicê jî dema paqijkirina çekan zarokekî 15 salî bi şaştî hat kuştin.

Bi 355 balafiran êrîşî Ukranyayê kirin 

Hêzên Hewayî yên Ûkranyayê ragihandin ku Rûsyayê şeva 19-20ê Gulanê bi 355 balafirên bêmirov û 9 fuzeyan êrîşî Ûkraynayê kiriye. Artêşa Ûkraynayê, diyar kir ku wan 233 balafirên bêmirov û 9 fuze îmha kirine û 55 balafirên bêmirov jî bêbandor kirine.

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Şeva Yeldayê li Êlihê bi coş hat pîrozkirin

Şeva Yeldayê li Êlihê bi coş hat pîrozkirin

19 KANÛN 2025
Cîhan û Nazim li Amedê hatin bibîranîn: Bi sedan peyrewên wan hene

Cîhan û Nazim li Amedê hatin bibîranîn: Bi sedan peyrewên wan hene

19 KANÛN 2025
Rojnemeger Cîhan Berk hat girtin

Rojnemeger Cîhan Berk hat girtin

19 KANÛN 2025
Li Sûrê civîna Aştî û Civaka Demokratîk: Bê azadiya Ocalan aştî nabe

Li Sûrê civîna Aştî û Civaka Demokratîk: Bê azadiya Ocalan aştî nabe

19 KANÛN 2025
Dayika Taybet li kolana lê hatibû kuştin hate bibîranîn

Dayika Taybet li kolana lê hatibû kuştin hate bibîranîn

19 KANÛN 2025
Li Şamê êrişên li dijî Xiristiyanan zêde dibin

Li Şamê êrişên li dijî Xiristiyanan zêde dibin

19 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (372)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne