Koma Şanoyê ya DÎSSAyê bi lîstika “Şvayk û Hîtler” ya bi Kurdî derket pêşberî xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê.
Xebatgeha Hunerên Dikê ya Dîcleyê (DÎSSA) bi navê “Şvayk û Hîtler-Rasthatineke Dîrokî” lîstikek şanoyê amade kir. Şanogerên DÎSSAyê bi lîstika xwe li Navenda Kongreyê ya Zanîngeha Dîcleyê derketin pêşberî xwendekaran. Gelek xwendekarên zanîngehê di temaşekirina lîstikê de amade bûn. Lîstika ku bi zimanê Kurdî hatiye amadekirin, bi baldarî hate temaşekirin. Xwendekaran bi kêfxweşî û kelecanî li lîstikê temaşe kirin. Lîstik bi performansek serkeftî hate nîşandan û xwendekar têra dilê xwe keniyan.
Koma DÎSSAyê diyar kirin ku ev lîstikê diyarî bîranîna nivîskarên Kurd Osman Sebrî û Mehmed Uzun dikin.