Li Zaxoyê bi deh hezaran kes ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê kom bû û bi sloganan banga mezinkirina têkoşînê û parastina destkeftiyan kir.
Li bajarê Zaxo yê Herêma Kurdistanê bi deh hezaran kes li ser banga Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li navenda bajar hatin cem hev. Girseya al û posteran vekirin û slogana, “Kîne em, Rojava ne em” û “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin. Di pêşanda bi seatan berdewam kir de girseyê bi yek dengî sloganên, “Şehîd namirin” û “Rojava rûmeta me ye” berz kirin. Her wiha girseyê bang li tevahiya gelê Kurdistanê kir ku xwedî li Rojava û destkeftiyan derkevin.













