Li Zozanên Laleşê yên Elkê bager rabû û welatiyên bi navê Leyla Ataman û Xanê Ataman birîndar bûn.
Li navçeya Elkê ya Şirnexê ji ber bagerê nêzî 20 konên welatiyan zerar dîtin û welatiyên bi navê Leyla Ataman û Xanê Ataman birîndar bûn. Piştî bûyerê ambulans çûne herêma Kato Marînûsê ya Zozanên Laleşê û Xanê Ataman ku ji serê xwe birîndar bûbû li cihê bûyerê hate dermankirin. Welatiya birîndar Leyla Ataman jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê. Leyla Ataman li nexweşxaneyê di bin komtrola bijîşkan de tê girtin.