Lîga Ereban li ser asta wezîrên karên derve bi boneya êrişên Îranê yên li ser dewletên Ereban dicive.
Nûnerê Erebîstana Siûdî yê Lîga Ereban Ebdulezîz Bin Ebdullah Meter daxuyand ku Lîga Ereban bi boneya êrişên Îranê yên li ser dewletên Ereb, di asta wezîrên karên derve de dicive. Ebdulezîz Bin Ebdullah da diyar kir ku wê sibe civîn di asta wezîrên karên derve ya welatan pêk bê û got ku wê naveroka civînê li ser pêşketinên li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî êrişên Îranê yên li ser dewletên Ereb be. Ebdulezîz da zanîn ku civîn li ser daxwaza welatên wek Kûwêt, Erebîstana Siudî, Qeter, Oman, Urdun û Misrê çêdibe û wê civîn bi rêya telekonferansê pêk were.













