Şirnex – Gundê Bana piştî di salên 1990î de hatibû valakirin û şewitandin; şeniyên gund neçarî koçberiyê bibûn. Di sala 2013an de tevî zextên rayedarên dewletê jî welatî vegeriyan gund û li ser kavilên xaniyên xwe yên hatibûn şewitandin, jiyaneke nû ava kirin.
Piştî avabuna Komara Tirkiyeyê gelê Kurd û netewên cûda yên li Tirkiyeyê tune hatin hesibandin û ji zextên dewletê re rû bi rû man. Di encama polîtikayên îmha û înkarê ya dewletê de li erdnîgariya Kurdistanê bi sedan komkujî pêk hatin. Bi taybet jî di salên 1990î de li Kurdistanê gelek gund hatin şewitandin û valakirin. Yek jî bajarê ku herî zêde gund hatinê valakirin û şewitandin bajarê Şirnexê ye. Li Şirnexê 47 gund hatinê şewitandin û valakirin. Piştî şewitandin û valakirina gundan welatî neçarî koçî navçe û bajarên derdorê û metropolên Tirkiyeyê kirin. Li navçeya Basa ya Şirnexê ku di bin qontarê Çiyayê Gabar de ye bi 10an gund hatinê vala kirin û şewitandin.
Yek jî ji van gundan gundê Bana ya navçeya Basayê ye. Gundê Bana di bin qontarê Çiyayê Gabar de ye. Gundê Bana di sala 1993yan de ji aliyê lêşkeran ve hat vala kirin û şewitandin. Di salên 90î de 4 welatiyên gund ji aliyê lêşkeran ve hatin qetilkirin. Gund 2 caran hat vala kirin. Piştî ku di sala 1993an de gund hat valakirin û şewitandin û welatiyan koç kirin; di sala 2007an de şeniyên gund ên koç kiribûn, vegeriyan gund. Lê careke din şeniyên gund rastî êrişa lêşkeran hatin û neçar man dîsa li gundê xwe koçber bibin. Herî dawî jî şeniyên gund tevî zextên dewletê jî di sala 2013yan de careke din vegeriyan gund û li ser kavilên xaniyên xwe yên hilweşiyayî jiyaneke nû ava kirin.
Kavîlên xaniyan êşa sedsalan vêdibêje
Dema gund hatiyê şewitandin hejmara şeniyên gund 243 kes bûn. Di sala 2021ê de jî hejmara gund weke 179 kes hatin qeydkirin. Şeniyên gund her çiqas piranî vegeriya bin jî gelek şeniyên gund jî li derveyî welat in û edî venegeriyanê gund. Gund xwedî trajedî û êşên mezin e. Gelek caran lêşkeran li ser gundiyan girtiyê û îşkence li wan kirine. Dema em ketin gund jî kavilên xaniyên hilweşiyayî weke ku êşeke vêbêjin, weke ku çîroka xwe vêbijin bala mirov dikşand. Şeniyên gund piştî ku vegeriyan ji xwe re xaniyên nû çêkirinê xaniyên hilweşiyayî jî weke bê xwedî ma ne, kavilên wan di nava gund de belav bû ne.
Tirsa welatiyan zindiyê
Dema em nava gund geriyan ku ji şeniyên gund re li ser vala kirina gund biaxivin me berê xwe dida kîjan xanî welatiyan bi tirs me dinirî. Tirsa dewletê ku li ser welatiyan ava kiribû hê zindî bû. Dema lêdana derî re welatiyên di hundirê xanî de bi dengekî tirs “Digotin ew kî ye”. Welatî nedixwastin li ber kamerayê biaxivin lê dema me dixwast ew çîroka xwe, çîroka gund vêbêjin çavên wan hestir dikir. Şeniyên gund ku gelek caran zext, bi tundî û îşkenceyên dewletê re rû bi rû man, digotin heke em biaxvin tiştek bi serê me de were û ji ber wê tirsê nedixwastin li pêş kamerayê biaxivin.
‘Leşkeran konên me şewitandin’
Dema em gund li mala dayikeke bûn mêvanê li malê ji me re qala çîroka gund kir. Lê dayikê em şiyar kirin. Dayikê got ‘Dengê min negirin kamerayê’ û axaftina xwe berdewam kir û got: “Piştî salan em vegeriyanê gund. Lê leşkeran em rihet bernedan. Dema ew vedigerin gund ji ber ku xaniyên wan tune ne ji xwe re konan vedigrin û di konan de dimînin. Rojeke lêşkeran bi ser me de girtin û xwestin em ji gund derbikevin. Lê şeniyên gund nexwestin careke din ji gundên xwe koçber bibin û daxwaza leşkeran pêk neanîn. Li ser vê yekê leşkeran bi panzeran gund dorpeç kirin û konên welatiyan şewitandin. Welatiyan bi derfetên xwe agir vemirandin. Lê leşkeran neheqî li wan kir. Di encama berxwedana welatiyan de gund careke din hat avakirin. Welatiyan piştî ku gund ava kirin, li ser erdê xwe xaniyên nû çêdikin û dest bi çandinî dikin. Welatiyên ku bi sewalkarî û çandiniyê debara xwe dikin tevî zext û tundiyan jî ji xwe re jiyaneke nû ava dikin. Li ber her xanî bostan û darên fekiyan hene. Welatî tevî hemû êşan jî ji jiyana xwe ya gund kêfxweş in. Tenê pirsgirêka wan rêya gund e. Rêya gund ji ber ku nehatiyê çêkirin wesayit di çûn û hatinê de zahmetiyan dikînin. Rêya gund ax e û teng e. Daxwaza welatiyan jî çêkirina rêya gund e.