Amed – Amedsporê di hefteya 19emîn ango di hefteya dawî ya dewreya yekemîn a Lîgê de Îdirsporê 3-0 têk bir û bi ser ket. Amedspor dewreya yekemîn bi lîderiyê bi dawî kir.
Amedspor û Îdirspor di hefteya dawî ya dewreya yekemîn a Lîga 1emîn a Terendyolê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de li Stada Tahîr Elçî ya Amedê hatin hemberî hev. 23 hezar alîgirên Amedsporê li trîbûnan li maçê temaşe kir. Her wiha siyasetmedara Kurd Leyla Zana, Hevşaredara Amedê Serra Bucak jî li protokolê li maçê temaşe kir.

Alîgiran bênavber dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Kîne em? Kurd in em” û “Leyla Zana rûmeta me ye” berz kir. Tevî hewaya sar jî coş û atmosfera li stadê di asta jor de bû û dengê dirûşmên alîgran li stadê olan da.
Dirûşma ji bo Leyla Zana olan da
Leyla Zana dema hat stadê alîgran silav û alîgiran bi dirûşma “Leyla Zana rûmeta me ye” ew pêşwazî kir. Aligîran wêneyên Leyla Zana li ser singa xwe xistibûn û ji destpêka maçê heta dawiyê dirûşmên dilsoziya bi Leyla Zana re olan dan.

Her wiha aligîrên Amedsporê xwestin kareografiya Leyla Zana li stadê vekin, lê belê hat zanîn ku polîsan destûra kareografiyê nedaye.
Lîstikvanê Amedsporê bi pankarta “Spor aştî û xwişk û biratî ye” û tîşortên ku wêneyê kaptanê Amedsporê Şehmus Ozer ê ku jiyana xwe ji dest dabû, derketin sehê.
Moreno û Diagne mora xwe li lîstikê dan
Di maçê de Amedspor 3-0 bi ser ket. Golên Amedsporê di deqîqeya 44 û 76an de Danîel Moreno û di deqîqeya 56an de jî Mbaye Diagne avêt. Di her avêtina golan de coş û peroşa alîgiran hêjayî dîtinê bû. Moreno û Diagne mora xwe li lîstikê dan.
Amedspor bi vê serkeftinê re 3 puan wergirt û puanê xwe kir 39 û ket rêza yekemîn. Amedsporê dewreya yekemîn a Lîgê bi lîderiyê girt.

Amedspor dê Çorumsporê bike mêvan
Dewreya duyemîn a Lîgê dê di 11ê Çile de dest pê bike û wê Amedspor, Çorumsporê li Stada Elçî ya Amedê bike mêvan. Maça Amedsporê û Çorumsporê dê roja 11ê Çile saet di 18:00an de pêk were.
Çi qewimîbû?
Somaspor û Bursaspor di 16ê Kanûnê de li Somayê hatibûn hemberî hev. Di maçê de alîgirên nijadperest ên Bursasporê bi heqaret û çêran, siyasetmedara Kurd Leyla Zana kiribûn hedef. Amedsporê jî ji bo nerazîbûn nîşanî heqaretê bide Leyla Zana vexwend maçê.













