Serokomarê Fransayê Macron û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Barzanî banga rawestandina rageşiya li Sûriyeyê kirin û xwestin muzakere dest pê bikin.
Li gorî daxuyaniya ji aiyê Qesra Elysêe hate kirin de Serokê Fransayê Emanuel Macron û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi telefonê hevdîtin kirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Macron û Barzanî xwestine rageşiya li Sûriyê bê rawestandin û agirbestek domdar bê îlankirin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandini ku girîngiya ji nû ve destpêkirina hevdîtinên pêkanîna Peymana 10ê Adarê hatiye destnîşankirin. Li gorî daxuyaniya ji hêla ofîsa Nêçîrvan Barzanî ve hatî kirin de Barzanî li Sûriyeyê misogerkirina mafên gelê Kurd aniye destnîşan kiriye.













