Amed – Baroya Amedê, OHD û İHDa Amedê li dijî êrişên ser Rojavayê Kurdistanê yên HTŞê, SMO û Tirkiyeyê daxuyanî da wiha hat gotin: “Mafê gelê Rojava di bin temînata hiqûqa navneteweyî de ye.”
Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî dan. Di daxuyanîyê de gelek nûnerên sazîyên sivîl, parastvanên mafên mirovan û parêzer amade bûn. Daxuyaniya Tirkî Serokê Baroya Amedê Abdulkadir Gûleç xwend.
Abdulkadîr Gûleç di daxuyaniyê de destnîşan kir ku di bingeha hiqûqa navneteweyî de mafên gelê Kurd ê li Rojavayê bi awayekî vekirî di bin parastina navneteweyî de ye û wiha got: “Rewşa civakî û siyasî ya ku li Rojavayê derketiye holê, li ser bingeha wekheviya gelan, baweriyan û nasnameyan, rêveberiyeke demokratîk, pirçandî ye. Ev rewş di raya giştî ya navneteweyî de bersivekî meşrû dît û wekî tecrubeyeke girîng hate nirxandin ku li Rojavayê Kurdistanê çareyek aştiyane û li ser bingeha hiqûqî pêkan e. Lê piştî hilweşîna fermî û fiîlî ya rejîma Esad, rêveberiya demkî ya bi serokatiya Ehmed El Şara hatiye damezrandin, di demeke kurt de ber bi pratîkên dewleta otorîter, yekgirtî ve çû. Êrişên li dijî Elewiyan, Dûrziyan û dawî jî li dijî gelê Kurd, qetilkirinên komî, koçkirina bi darê zorê û îşkence pêk hatin. Ev nîşan didin ku li Rojavayê pêvajoyeke nû ya tundî û derveyî hiqûqî tê avakirin.”
‘Aştiyeke domdar bi înkar û tundîyê nabe’
Abdulkadîr Gûleç got ku erişên dawî yên li dijî Helebê, operasyonên leşkerî yên li xeta Rakka û Dêra Zorê hatine zêdekirin û wiha berdewam kir: “Dorpêçkirin û hewldanên li dijî Hasekê û Kobanê yên ji bo tunekirina statûya Rojavayê, rasterast gefê li mafê jiyana sivîlan dike û ihtîmala aştiya domdar li Rojavayê qels dike. Bê statûkirina Rojavayê ne tenê perspektîfa jiyanê ya hevbeş hedef tê girtin, herwiha aştiya herêmî jî xera dike. Mafê gelan a diyarkirina pêşeroja xwe, xwe bi awayek azad temsîlkirin û hebûna xwe bi ewlehî garanti kirin, di bin teminata hiqûqa navneteweyî de ye û mafên gelê Kurd ê Rojava bi awayekî vekirî di bin parastina navneteweyî de ne.”
‘Bijî berxwedana Rojava’
Di dawiya axaftina xwe de Abdulkadîr Gûleç ev tişt gotin: “Aştiya domdar li Tirkiyeyê bi garantiya hebûn û mafên gelê Kurd ê li Rojavayê ve girêdayî ye. Aştiyeke domdar ne bi înkar, tundî û bêstatûyê tê avakirin lê bi rêzgirtina îradeya gelan û garantiya wekhevî ya nasname û baweriyan tê avakirin. Parastina çareya demokratîk û statûya hiqûqî ya Rojavayê, şertên bingehîn in ji bo bi hêzkirina aştiyê li Tirkiyeyê û herêmê.”
Daxuyanî dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.














