Wan – Esnaf û mamosteyê zimanê Kurdî Mahmûd Pala ku li navçeya Erdîş a Wanê dijî, bal kişand ser rewşa zimanê Kurdî ya li herêmê tê axaftin û da zanîn ku Kurdiya resen ber bi windabûnê ve diçe.
Li Herêma serhedê ku rêjeya axaftina Kurdî di van salên dawî de kêm bûye, bi amûrên teknolojiyê pirtir ji ziman dûr ketine. Ji ber vê yekê axaftina kurdiya resen a herêmê gelek kêm bûye û hema bibêje di nava zarokên nû de ji sedî 90 zimanê Kurdî nizanin. Li dijî vê yekê mamoste û dildarên zimanê Kurdî ku ev bi salan in têdikoşin, ji bo vê rewşê berovajî bikin ketine di nava hewldanan de û xebatan dimeşînin.
Mamosteyê zimanê Kurdî û esnaf Mahmûd Pala ku ji navçeya Erdîş a Wanê ye, karê pirtûkfiroşî û qirtasiyeyê dike. Mahmûd Pala nêzî 19 salan mamostetiya erdnîgariyê kiriye û di 2016an de ji mamostetiyê hatiye îxraçkirin. Mahmûd Pala, bi zimanê Kurdî, çand û hunera Kurdî û siyaseta kurdewar re mijûl dibe û jiyaneke kurdewar dijî.
Kurdiya resen kêm bûye
Mahmûd Pala di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser nebaşbûna zimanê Kurdî ya li herêma Serhedê û diyar kir ku bikaranîna zimanê Kurdî ya di nava civakê de gelekî lawaz e. Mahmûd Pala, anî ziman ku Kurdiyeke resen ku ji bo siberojê bibe mînak nemaye û wiha dirêj kir: “Sedem jî ew e ku zimanê Kurdî nebûye pêdiviya danûstandinê û nebûye zimanê fermî. Zimanê saziyên fermî, bazirganiyê, çûyîn û hatinê hemû bi Tirkî tê pêk tê. Lewma zimanê Kurdî roj bi roj lawaz dibe. Divê xwedî derketineke xurt hebe ku zimanê Kurdî bijî.”
‘Ji bo pêşketinê xwendin û têgihiştin’
Mahmûd Pala, diyar kir ku ji bo pêşketina Kurdî; xwendin, têgihiştin û vegotina ji bo civakê pêwist e. Mahmûd Pala, anî ziman ku ew weke esnafekê her roj bi cînarên xwe re Kurdî diaxive û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Kesekî rewşa min bipirse, bi zimanê Kurdî dipirse, ev yek keyfa wî jî tîne. Gelek muşteriyên min gava ez bi wan re kurdî diaxivim xweşiya wan diçe. Heke herkes li ser vê hişyariyê be, ne tenê Serhedê dê li hemû Kurdistanê ziman pêş bikeve. Em hemû peywirdarin ku zimanê Kurdî pêşve bibin.”
‘Pergala Kapîtalîst dijminê ziman e’
Di berdewamiyê de Mahmûd Pala, destnîşan kir ku pergala kapîtalîst dijminê hemû mirovahiyê, çand, ziman û hunerê ye. Mahmûd Pala, da zanîn ku di kapîtalîzmê de berjewendî, têkbirin, tunekirin û bişaftin heye û binê wê xêz kir ku divê herkes armanca kapîtalîzmê baş bizane. Mahmûd Pala, diyar kir ku divê li dijî vê pergalê tekoşîneke xurt bê meşandin û wiha pê de çû: “Kesên ku zana ne, di nava civaka xwe de dijî û rûsipîtiya civaka xwe dike divê bi hişmendiya tekoşînê tevbigere. Heke dê têk biçe. Em jî dê li dijî siyaseta dewlet û pergala kapîtalîzmê tekoşîneke xurt bimeşînin û zimanê xwe pêş ve bibin.”
‘Divê em rêya zarokan vekin’
Mahmûd Pala, di berdewamiya axaftina xwe de got ku mirov û ajal bi sepana lêpirsînê tên ji hev cuda kirin. Mahmûd Pala, anî ziman ku divê Kurd jî bipirsin ka ew kî ne û axaftina xwe wiha domand: “Gava me ev pirs kir em ê nasnameya xwe bizanin û xwedî lê derbikevin. Em ê axa xwe, erdnîgariya xwe û dîroka xwe bizanin û li ser vê yekê jî heke em tê bigihijin, em bixwînin û hîn bibin em ê ji zimanê xwe pirtir hez bikin. Heke kesek aşiqê zimanên biyanî be tu carî Kurdî hîn nabe, her ku diçe em ê têk biçin û em ê Kurdiya resen ku îro di nava civakê de tê bikaranîn ji bîr bikin. Ji xwe zarokên me êdî ji ber medyaya dijîtal zimanê dayikê ji bîr dikin. Pêwiste em rêya wan vekin, xwedî lê derbikevin û hînî ziman bikin. Heke di bin hişê zarokên me de peyveke Kurdî jî bimîne, dê ji bo zanebûna wan, ji bo doza wan û pêşeroja wan rêya wan ronî bike.”
‘Ziman nebe, hebûn û netew jî nabin’
Mahmûd Pala, bal kişand ser pêşîlêgirtina polîtîkayên bişaftinê û diyar kir ku ev sed sal in li ser Kurdan polîtîkayên bişaftinê tên meşandin. Mahmûd Pala, got gel kurd nezan hiştin, koçber kirin, gundên wan vala kirine û şewitandine û wiha dawî kir: “Lê li dijî vê yekê tekoşînek jî heye ji bo zimanê kurdî. Ez bawer im heke tekoşînek û pêşengek xurt hebe, ziman baş bê bikaranîn û xwedî lê bê derketin pêşeroja zimanê kurdî dê ronak bibe. Pêşeng û siyasetmedarên Kurdan gava kurdî diaxivin mirov pê keyfxweş dibe. Lê hinek jî hene gelek ji zimanê xwe dûr in, heke mirov ji ziman dûr ket, mirov nikare tiştekî bike. Niha îro ji bo zimanê kurdî gelek mamoste û dildar hene ku têr û tije ne. Wê xêra wan zimanê me xurttir bibe. Em jî weke dildarekî vî zimanî tu caran vê rêyê bernadin. Ji ber ku em bi zimanê xwe tên naskirin. Ziman nebe, hebûn û netew jî nabin.”