Wan – Malbata Mîne Sevjîn Alçîçek piştî ji Îzmirê hatin Wanê, li Wanê ji bo keça xwe li mala xwe ya Wanê şîn danîn û sersaxî qebûl kirin.
Malbata Mîne Sevjîn Alçîçek ku li Îzmirê bi cih bûbûn, piştî keça wan Mîne Sevjîn di çalakiya li dijî TUSAŞê jiyana xwe ji dest da, ji Îzmirê hatin Wanê. Malbat piştî hatin Wanê bi cih bûn, li mala xwe ya nû, ji bo keça xwe şîn danîn û sersaxî qebûl kirin. Komeleya MEBYA-DER, TUHAD-DER û gelek welatî çûn serdana malbatê. Serdana malbatê ya ji bo sersaxiyê didome.
Di çalakiya 23yê Cotmehê ya li dijî TÛŞAŞ a Enqereyê de Mîne Sevjîn Alçîçek (Asya Alî) û Alî Orek (Rojger Hêlîn) ên HPGyî jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên Mîne Sevjîn Alçîçek û Alî Orek piştî 31 rojan radestî malbatên wan hatibûn kirin. Malbata Orek cenazeyê Alî Orek li navçeya Hezexê ya Şirnexê defin kirin.
Malbata Alçîçek jî cenazeyê Mîne Sevjîn Alçîçekê li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê li Goristana Karşiyakayê defin kirin.