Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên her sê girtiyên din ji bo hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 15ê Sibata 1999an ve li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê ragirtin. Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Her wiha Emîne Konar xwişka Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş jî bi daxwaza hevdîtinê serî li dozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.
Malbatan piştî çend salan şûnve herî dawî di Cejna Remezanê de li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtin pêk anîbûn.