Malbatên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ku di êrîşên SÎHAyan de hatin kuştin ji bo cenazeyên wan bigirin, serî li ÎHD û OHDê dan.
Ji bo cenazeyên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê balafirên Tirkiyeyê ve hatin kuştin bînin bajarê wan serlêdan hatin kirin. Malbatan serî li şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Mêrdînê dan. Hat hînkirin ku dê ÎHD û OHD têkildarî serlêdanê hevdîtinên bi dozgeriyan re bikin.