Malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ji bo hevditina Cejna Remezane çûn Îmraliyê. Malbatan piştî li Îmraliyê hevditin kirin, ji giravê vegeriyan.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin didome. Piştî demek dirêj Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û biraziyê wî Omer Ocalan, xwişka Veysî Aktaş Sabiha Aslan, birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim îro serê sibehê ji bo hevditina Cejna Remezanê çûn Îmraliyê. Malbatan piştî li Îmraliyê hevdîtin kirin vegeriyan. Tê payîn di saetên pêş de têkildarî naveroka hevdîtinê agahiyan parve bikin.