• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
22 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Qoserê 500 donim zeviyên genim şewitî

    Li Qoserê 500 donim zeviyên genim şewitî

    Ji mitînga Amedê bang kirin: Divê birêz Ocalan azad bibe

    Banga mitînga ‘azadiyê’: Divê roja mitîngê hemû dinya me bibîne

    Dayikên Aştiyê banga tevlibûna ‘Mitînga Azadiyê’ kir

    Dayikên Aştiyê banga tevlibûna ‘Mitînga Azadiyê’ kir

    Derbarê cerdevanên êrişkar de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin

    Derbarê cerdevanên êrişkar de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin

    Li Farqînê bertek nîşanî êrişa li dijî Parka Rojîn Kabaîşê dan

    Li Farqînê bertek nîşanî êrişa li dijî Parka Rojîn Kabaîşê dan

    Li Rihayê gendeliya malzemeyên tibê: Malzeme hatine dizîn û firotin HATE NÛKIRIN

    Li Rihayê gendeliya malzemeyên tibê: Malzeme hatine dizîn û firotin HATE NÛKIRIN

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Newaya Jin bi manşeta ‘Zayîna 3yemîn ronesansa jinan e’ derket

Navenda Nûçeyan /AW

1 NÎSAN 2025 - 15:46
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Hejmara rojnameya Newaya Jin a 241emîn bi manşeta “Zayîna 3yemîn ronesansa jinan e” derket pêşberî xwînerên xwe.

Hejmara rojnameya mehane ya jinan Newaya Jin a meha Nîsanê hate weşandin. Rojeva sereke ya hejmara vê mehê Banga Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 8ê Adarê û peyamên Newrozê ne.

Banga Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê hatî dayîn û peyama 8ê Adarê hem bi Kurdî û hem jî bi Tirkî hatin dayîn. Nivîskara rojnameyê Ruşen Samsar bi nivîsa bi sernavê “Divê banga aştî û demokrasiyê ya sedsalê çawa were xwendin?” diyar dike ku bang hemû fikr û dogmayên netewedewlet, neteweperest, olperest, zayendperest û desthilatparêz hilweşîne û got: “Deriyên guherîn û veguherînê heya dawiyê vebûne.”

Zozan Sima di nivîsa xwe de berê xwe dide “Ronesansa jinan” a di peyama Abdullah Ocalan a 8ê Adarê de û dibêje: “Ronesansa jinan tam jî di serdema ku em di bin êrîşên çanda destdirêjiyê de ne derdikeve pêşiya me. Pêşengtiya ji bo Ronesansa Jinan û Ronesansa Rojhilata Navîn erka me ya dîrokî ye.”

Nivîskar Elîf Mercan di nivîsa xwe de diyar dike ku wê navê “Zayîna Sêyemîn” li paradîgmaya modernîteya demokratîk a Abdullah Ocalan kiriye û di gotara xwe ya bi sernavê “Jiyana azad û di zayîna 3’yemîn de dimeye” de balê dikşîne ser rola jinan a di pêvajoyên aştiyê de.

Nivîskara rojnameyê Yûrdûsev Ozsokmenler jî panoramaya çalakiyên 8ê Adarê yên li seranserê cîhanê xêz kir. Her wiha destnîşan kir ku li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê 8ê Adarê veguherî xwedîderketina Banga Aştî û Civaka Demokratîk.

Di hejmara vê mehê de du roportajên girîng ên ku ji sînorên Jineolojiyê derbas dikin jî cih digirin. Aylîn Acar di hevpevvînên xwe de cih dide nêrînên du jinên Grek û Makedonyayî yên pîştî tevlî kampa Jineolojiyê dibin û biryara birêxistinbûnê didin.

Nivîskar Guler Yildiz jî di nivîsa xwe de nêrînên xwe yên têkildarî weşana 20 salan a rojnameyê anîn ziman û got: “Newaya Jin tevahiya 20 salan bû dengek, bahozek û manîfestoya têkoşînekê. Ev 20 sal ked û serketina jinan e.”

Dengîr Guneş di başa Kurdî de têkildarî bandora “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ya li ser 8ê Adarê û Newrozê û got: “Newroza sala 2025an bi qasî erêkiririna têkoşîna pêvajoya nû û xwedîderketina bangê, bi awayekî zelal pêngavên ku divê werin avêtin jî diyar kirin.”

Her wiha nivîskara rojnameyê Şervîn Nûdem jî di gotara xwe ya bi sernavê “Zayîna civaka demokratîk û aştiyê” de destnîşan dike ku bang bi pêkhatina zayîna 3yemîn derbasî qonaxeke nû bûye.

Roza Metîna jî bi Parlamentera DEM Partiyê Ayten Kordû re têkildarî naveroka bangê û bandora wê ya li ser qadan axivî.

Dersim Zerevan jî bi zimanekî edebî li ser karektera pêşeng a jinan a pêvajoyê nivîsand.

Di beşa portreyê de jî çîrokên jiyana dayika aşitiyê ya têkoşer û wêrek Sakîne Arat û rojnamevana femînîst a Îranî Sadiqeh Dowlatabadî cih digirin.

Beşa rojnameyê ya bi navê Kaktûs jî vê mehê li ser mijara pîvavên têkoşîn, red û qebûlê disekine.

Di beşa bîranînê de jî nivîsa Gulçiya Baran a bi Kurdî ya têkildarî jiyana gerîlayan cih digire.

Xwîner dikarin li ser navnîşana newayajin.net hejmara nû bixwînin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Qoserê 500 donim zeviyên genim şewitî

Li Qoserê 500 donim zeviyên genim şewitî

22 HEZÎRAN 2026
Keskîn Bayindir: Kurd bi awayekî qanûnî mafên xwe dixwazin

Keskîn Bayindir: Kurd bi awayekî qanûnî mafên xwe dixwazin

22 HEZÎRAN 2026
Ji mitînga Amedê bang kirin: Divê birêz Ocalan azad bibe

Banga mitînga ‘azadiyê’: Divê roja mitîngê hemû dinya me bibîne

22 HEZÎRAN 2026
Welatiyê ku şibandin endamê PKKê hat girtin!

Welatiyê ku şibandin endamê PKKê hat girtin!

22 HEZÎRAN 2026
Denîz Undav bi nasnameya xwe ya Kurdî di rojeva cîhanê de ye

Denîz Undav bi nasnameya xwe ya Kurdî di rojeva cîhanê de ye

22 HEZÎRAN 2026
Li Bazîdê hevdîtina jinan: Tenê bi nêrîn û fikra mêran aştî nabe

Li Bazîdê hevdîtina jinan: Tenê bi nêrîn û fikra mêran aştî nabe

22 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Dosye 1: Yên li derveyî komarê hatine hiştin  Bindestê bindestan li cîhanê bêwelat in: Komarê ji Romanan re çi kir?

    Dosye 1: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Bindestê bindestan li cîhanê bêwelat in: Komarê ji Romanan re çi kir?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Rihayê gendeliya malzemeyên tibê: Malzeme hatine dizîn û firotin HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Koçber li benda vegerê ne: Serêkaniyê hê jî bi destê dewleta Tirk tê birêvebirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rêveberên DEM Partiya Sêrtê: Werin em bi hev re Rêberê Gelê Kurd azad bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Qilebanê cerdevanan tundî li ser 2 jinan pêk anîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Denîz Undav bi nasnameya xwe ya Kurdî di rojeva cîhanê de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ala Amedsporê bi Pira FSMê ve hate daliqandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 22yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Derbarê cerdevanên êrişkar de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Roja Muzîkê ya Cîhanê şahiyek hate lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (619)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne