Malbatên ku di komkujiya Roboskî de zarok û xizmên wan hatin kuştin, di 13emîn salvegera komkujiyê de li ser goristanê kombûn û qurbaniyan bibîr tînin.
Balafirên şer ên Tirkiyeyê di 28ê Kanûna 2011an de li Roboskî bombe barandin û 19 jê zarok 34 gundiyên Robokiyê kuştin. Malbat di 13emîn salvegera kuştina zarok û xizmên xwe de li goristana Roboskiyê kom bûn û zarok û xizmên xwe bibîr tînin. Welatiyên gundê Roboskî û li gundên derdorê bi seatên sibe re hatin li goristana gund kombûn. Kesên di komkujiyê, zarok, bira, bav xizmên xwe winda kirinê, wêneyên qurbaniyan hilgirtin û bi wêneyan hatin goristanê. Malbatên qurbaniyan wêne li ser gorê danîn û bi duayan qurbaniyên xwe bi bîr anîn. Dê saet di 13an de bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratik (DBP) Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Tuncer Bakirhan û serokên baroyên bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo qurbaniyan li goristanê daxuyaniyê bidin.