Malpera rojnameya rojane Yenî Yaşamê dîsa hat astengkirin.
Malpera înternetê ya rojnameya rojane Yenî Yaşamê cara 7an hat astengkirin. Li gor biryara di malpera Saziya Agahiyên Teknolojî û Ragihandinê (BÎK) de; malpera “http://yeniyasamgazetesi7.com” ji aliyê Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 2yan a Amedê ve hat astengkirin.
Heman dadgeriyê di 19ê Kanûnê de jî biryara astengkirina malpera rojnameyê dabû. Rojname weşana xwe li ser hesaba “www.yeniyasamgazetesi8.com” didomîne.