Endam û rêveberên Saziyên Zimanê Kurdî bi boneya mitînga “Hêvî û Azadiyê” ya ku di 4ê Çileya 2026an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin banga tevlibûna mitîngê kirin û gotin: “Girîngiya beşdarbûna mitîngê gelek û divê her kes tev li bibe.”
Endam û rêveberên Saziyên Zimanê Kurdî yên li Amedê ku ji Komeleya Lêkolînê ya Zanistên Civakî ya Kurdî (KOZA-DER), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û saziyên ziman ên di bin banên şaredariyan de pêk tê, duh ji bo mitînga “Hêvî û Azadiyê” daxuyanî dabû û banga tevlibûna mitîngê kir. Mitîng bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê di 4ê Çileya 2026an de li Qada Îstansyonê ya Amedê bê lidarxistin. Endam û pêkhateyên Saziyên Ziman Kurdî têkildarî mitîngê ji ajansa me re axivîn û banga beşdariyê li gel kirin û gotin: “Em bang li her kesî dikin ku tev li mitînga Hêvî û Azadiyê bibin.”
‘Mitîng bi qasî pêvajoyê girîng û dîrokî ye’
Rêveberên saziyên ziman bal kişandin ser girîngiya mitîngê û azadiya gelê Kurd û ev yek anîn ziman: “Ev sed sal in ku Komara Tirkiyê hatiye avakirin, ev komar jî li ser tune hesibandina gelê Kurd xwe saz kiriye. Gelê Kurd jî dibêje em xwedî çandekê ne û em hene. Ev mitîng ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin. Divê aştiyeke mayînde pêk bê û civakeke demokratîk saz bibe.
Van gavên ku hatine avêtin gavên dîrokî ne. Ev pêvajoya ku hatiye destpêkirin gelek girîng e. Divê gelê me beşdarî vê mitîngê bibe û bi awayekî zelal dengê xwe bide bihîstin. Banga me li hemû gelê me ye ku roja mitîngê her kes li qadê amade be. Ji bo bersiva pêvajoya ku hatiye destpêkirin hê jî ji aliyê dewletê ve bersiva wê bi gavên şênber nehatiye dayîn.”













