Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî bi komîteya ku serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri ava kiriye re civiya. Di civînê de mekanîzmeya xebata komîteyan hat nîqaşkirin û girîngî ji bo agirbestê li tevahî xaka Sûriyeyê hat dayîn.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) têkildarî civîna Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî û komîteya desthilata Şamê daxuyaniyek da. Navenda Ragihandinê ya HSDê diyar kir ku Fermandarê Giştî yê HSD Mazlûm Ebdî îro bi komîteya serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri ava kiriye re civiya, ji bo ku peymana di navbera rêveberiya Sûriyeyê “desthilata Şamê” û HSDê de hatiye îmzekirin, temam bikin.
Di civînê de endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn, serokê komîteya desthilata Şamê Hisên Selamê û hin endamên din ên ji her du aliyan, beşdar bûn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di civînê de mekanîzmeya xebata komîteyan hat nîqşakirin ku çaverê ye ev komîte bi awayekî hevbeş bi destpêka Nîsanê re dest bi xebatê bikin.
Di civînê de behsa “Danezana destûrî” kirin û gotin ku pêwîst e tu pêkhateyeke Sûriyeyî neyê bidûrsitin û di nexşekirina siberoja Sûriyeyê û nivîsandina destûrê de rola xwe bilîze. Li kêlek wê jî di civînê de teqezî li ser pêwîstiya agirbestê li tevahî xaka Sûriyeyê hat kirin.