Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi rûspî û serokeşîrên Dêrazorê re civînek li dar xist.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê HSDê ve hat belavkirin; Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî, Endama Fermandariya Giştî ya HSDyê û Fermandara Giştî ya YPJyê Rohilat Efrîn, Hevseroka Komîteya Diyaloga bi hikûmeta Şamê re Foza Yûsif û Berdevkê Komîteyê Yasir El Silêman, Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û Meclisa Sivîlan a Dêrazorê bi gelek serokeşîr û rûspiyên Ereb re civiyan. Gelek serokeşîr û rûspî beşdarî civînê bûn.
Mazlum Ebdî di destpêka civînê de axaftinek kir û rûdanên dawî yên rewşa siyasî, leşkerî, ewlehî û aborî ya li herêmê û Sûriyeyê nirxandin. Mazlum Ebdî gotiye: “HSD garantiya aramî û ewlehiya li herêmê ye û dê erkên xwe bêyî dudilî û bêyî derengî bimîne dê bidomîne.”