Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Xê diyar kir ku ji bo ew helwesta xwe ya erênî ya mutabakata 10ê Adarê nîşan bidin dê sibê seat di 10an de hezên xwe li rojhilatê Firatê bi cih bikin.
Fermandarê Giştî yê Hezên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyeke girîng da. Daxuyaniya Mazlûm Ebdî wiha ye: “Li ser banga dewletên dost û yên naybenkariyê ji bo helwesta xwe ya erênî ya temamkirina entegrasyonê nişan bidin û li ser misogerkirina şertên mutabakata 10ê Adarê em hezên xwe yên li rojhilatê Helebê ku 2 rojin di bin êrişan de ne sibê di seat 7an de li rojhilatê Firatê bi cih bikin.”













