Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî ku beşdarî Konferansa Munîhê bû anî ziman ku ji bo bi tevahî rabûna dorpêça li Kobanê û vegera koçberên Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Şêxmeqsûdê wan bi heyeta Sûriyeyê re hevdîtin kiriye û di rojên pêş de lîjneyên hevpar dê bên avakirin.
Fermandarê Giştî yê Hezên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî ku beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bûye, pirsên Channel8ê bersivand.
‘Hevdîtinên me erênî bûn’
Mazlum Ebdî bal kişand ser hevdîtinên ku li konferansê bi rayedarên welatan re kirine û got: “Hevdîtinên me bi giştî erênî bûn. Hemû kesên ku ji dosyaya Sûriyeyê re eleqedar re me hevdîtin pêk anîn. Me bi Senatorê Amerîkayî Graham re hevdîtin kir. Hevdîtineke baş bû. Piştgiriya xwe ji bo Rojava anîn ziman. Me jî li ser tifaqa di navbera hikûmeta Şamê de anî ziman, ji bo ev pêk were dem hewce ye. Li ser van mijaran gelek gotûbêj çêbûn. Li ser pêşeroja Sûriyeyê gotûbêj hatin kirin.”
‘Me li ser rewşa Kobanê û Efrînê li hevdu kir’
Mazlum Ebdî bal kişand ser dorpêça li Kobanê û dagirkeriya li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî û wiha got: “Ji bo dorpêça li ser Kobanê bi tevahî rabe û kesên hatinê dîlgirtin bên berdan me bi Wezîrê Karên Derve, Wezîrê Karên Hundir ên Sûriyeyê re jî taybet hevdîtinek pêk anî. Li ser gavên pratîkî me li hevdu kirin. Dibe ku di van 2 rojên pêş me de guherandin bibe. Li ser koçberên Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Şêxmeqsûd me li hevdu kir ku em lîjneyan ava bikin û bi hev re kar bikin ku bikaribin vê pirsgirêke çareser bikin û em vê dosyeyê biqedînin. Em bi taybetî li ser rewşa koçberên Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Şêxmeqsûd axivîn. Ev lîjneyên em ê çêkin dê ji bo vegera koçberan bixebitin û ev lîjne li gel hikûmeta Sûriyeyê kar bikin.”













