Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed li Dihokê beşdarî Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn bûn. Ebdî û Ehmed bi dilgermî û kêfxweşî hatin pêşwazîkirin.
Heyeta Rojavayê Kurdistanê ya ku ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed pêk tê li Dihokê beşdarî Foruma 6emîn a Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn bûn. Ev forum li Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê ya li Dihokê tê lidarxistin.
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed li ber cihê forumê ji aliyê rayedarên PDKê û Herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazîkirin û paşê derbasî hundirê eywana forumê bûn. Li cihê forumê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziyê li Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed kir. Dema ku Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed hatin eywana forumê, her kes rabû ser pêya û bi çepikan ew pêşwazî kirin.

Gelek siyasetmedar, kesayet, rewşenbîr, rojnameger û berpirsên herêm û welatan beşdarî forumê bûn. Di forumê de pirsgirêkên li Iraq, Kurdistan û Rojhilata Navîn tên gotûbêjkirin.
Parlamenterê HDPê yê Berê Osman Baydemîr, Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çandar jî beşdarî forumê bûn.
Hat zanîn ku parlamenterê AKPê yê Êlihê Ferhat Nasiroglû û Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu ku duh beşdarî forumê bûbûn, beriya ku Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed werin cihê forumê ew ji Dihokê veqetiyan e.


















