Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi fermî beşdarî Konferansa Munîhê dibin. Şandeya Rojava derbasî Almayayê bû.
Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ku her sal reveberên welat, hêz û herêman bi rojeva polîtîkayên ewlehiyê tîne cem hev, konferans îsal mazûvaniyê ji şandeyeke Rojavayê Kurdistanê re jî dike. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed bi fermî beşdarî konferansê dibin. Ev beşdarî nîşan dide ku Rojava êdî ne tenê wekî hêzeke leşkerî, lê wekî aktorekî siyasî yê navneteweyî tê qebûlkirin.
Girîngiya vê beşdariya şandeya Rojava
Beşdariya Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed di vê demê de çend peyamên girîng dide. Piştî guherînên dawî yên li herêmê, ev cara yekem e ku şandeyeke wiha bi vî rengî di asteke bilind de nêrîn û fikrên xwe bigihîne serkirdeyên cîhanê. Ev beşdariya şandeyê nîşan dide ku welatên rojavayî di çareseriya krîza Sûriyeyê de Rêveberiya Xweser-HSDê wekî aliyekî sereke dibînin.
Taybetmendiya Munîhê ew e ku dîplomasiya korîdoran lê vir bi bandor e.
Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed di hevdîtinên li Konferansê yên li Munîhê de dê balê bikişînin ser rewşa dawî ya li Rojava. Tê gotin ku şandeya Kurd bi wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê û berpirsên Pentagonê re bicive. Her wiha, dê Şandeya Rojava li bajarê Munîhê bi Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî re hevdîtinek pêk bîne.













