Fermandarê Giştî yê HSDê û serokwezîrê hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hewlên kêmkirina aloziyê û veguhestina girtiyên DAIŞê ji bo Iraqê nîqaş kirin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî peywendiyek telefonê bi serokwezîrê hikumeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî re axivî. Di axaftinê de hewlên kêmkirina aloziyê û veguhestina girtiyên DAIŞê ji Sûriyê ber bi Iraqê ve hatin nîqaşkirin.
Mazlûm Ebdî li ser Xê spasiya piştevaniya berdewam a hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo Rojava kir û diyar kir ku ev yek ruhê hevkarî û berpirsiyariya hevbeş di van şert û mercên dijwar de nîşan dide.













