Serfermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî diyar kir ku di pêvajoya borî de 2 nameyên Abdullah Ocalan gihiştine wan û xwest ku rayedarên Sûriyê biçin Abdullah Ocalan bibînin.
Serfermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî ku di çarçoveya hevdîtinên Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de li Almanyayê de pirsên Stêrk Tvyê bersivandin. Mazlûm Ebdî diyar kir ku hind derdor dixwazin di navbera Kurd û Ereban de şer derxin û bi agirbestê berî her tiştî ev şerê navxweyî bi dawî kirine. Mazlûm Ebdî di hevpeyvîna xwe de balkişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di çareseriya pirsgirêka Sûriyê de û daxuyand ku di pêvajoya borî de Ocalan rolek gelek girîng lîstiye.
‘Divê rayedarên Sûriyê Ocalan bibînin’
Mazlûm Ebdî bal kişand ser rol û Ocalan di pêvajoya êrişan de lîstî û ev agahî dan: “Rola Asdullah Ocalan di mijar û helwesta Sûriyeyê de pir mezin e. Di vê pêvajoya borî de 2 name ji Îmraliyê hatin. Naveroka wan ji bo pêkanîna Peymana 10ê Adarê bû. Berî 29ê çileyê ji bo Rêveberiya HSDê nameyek din hat ku çareserî pêk were. Abdullah Ocalan bandoreke xwe ya mezin li ser van peymana hebûn. Rola Ocalan di helwest û mijara Sûriyeyê de pir mezin e. Pêwîstî pê heye rêveberên Sûriye biçin Îmraliyê û Birêz Ocalan bibînin.”













