MEBYA-DERa Amedê têkildarî mitînga “Hêvî û Azadiyê” ya ku dê di 4ê Çileya 2026an de bê lidarxistin li avahiya xwe daxuyaniyek da û got: “Azadiya Serokatî azadiya gelan e ku bi awayek pratîk jî xwe di jiyanê de û li ber çavan nîşan dide.”
Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirin (MEBYA-DER) li avahiya xwe ya li navçeya Peyasê ya Amedê têkildarî mitînga “Hêvî û Azadiyê” ya ku dê di 4ê Çileya 2026an de li Qada Îstasyonê bê lidarxistin daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên MEBYA-DERê, Dayikên Aştiyê û rêveberên gelek saziyan tev li bûn. Beriya daxuyaniyê ji bo kesên d têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.
Metna daxuyaniyê ya bi Kurdî Rêverberê MEBYA-DERê Hayrettîn Guner û ya Tirkî jî Hevseroka MEBYA-DERê Gurbet Sevîktek xwend.
Metna daxuyaniyê bi vî rengî ye:
“Em hemû şehîdên ku li ser vê axê ji bo azadî, rûmet û jiyana hevpar a gelan, jiyana xwe winda kirine, bi rêzdarî bi bîr tînin. Girêdana me bi bîranîna şehîdên şoreşê, biryara me ya avakirina civakeke demokratîk û aşîtîyê diyar dike. Em îro li vir civiyan ne tenê ji bo bîranîna êşên derbas bûne ne. Her wiha ji bo ku edalet, azadî û hêviyê bi awayekî civakî ji nû ve ava bikin. Her roja ku bi nebûna wan ên ku em winda kirine derbas dibe. Di wijdana civakî de birînên kûr dihêle. Em bawer in ku ev birîn tenê bi rastî, edalet û demokrasiye dikare bê sar kirin. Her wiha em îro li ser banga ‘Aşîtî û Civaka Demokratîk’ a 27ê Sibatê, di pêvajoya avakirina aştiya demokratîk de ne. Em di demeke dîrokî de derbas dibin ku dikare dawiya şer û pevçûnan bîne. Em hêvî dikin ku ev aştî demokrasî, azadî, hemwelatiya wekhev û rêzikên qanûnî yên pêwîst pêk bîne. Li cihê ku mafê jiyanê nayê parastin, nikare behsa azadiyê bê kirin. Demokrasî tenê di şertên ku maf û azadiya bingehîn têne ewlekirin de wateya xwe ya rastîn dibîne. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurdî salên dirêj tê paşxistin. Lê her kes dizane ku ev pirsgirêk xwedî yek muhatabî ye.
Azadiya Serokatî azadiya gelan e
Sîstema tecrîdê ya ku qanûnê binpê dike, ne tenê bi yek kesî, li hemû civakê bandor dike. Ji ber vê yekê daxwaza azadiya Serokatiyê ye. Ne daxwazeke kesane ye, daxwazeke civakî, siyasî û dîrokî ye. Rêya aştî û çareseriya demokratîk di rakirina sîstema tecrîdê de derbas dibe. Ji ber vê rastiyê em mitîngekê li dar dixin da ku ji bo azadiya Serokatî pêk were. Ev mîtîng ne çalakiyeke asayî ye, bi azadiya Serokatî re bi taybetî gelê Kurd û her wiha wê herêmê ji şer û tundiyê rizgar bike. Hêviya me bi mitîngê azadî û hêvî ye. Azadiya Serokatî azadiya gelan e ku bi awayek pratîk jî di jiyanê de li ber çavan e. Ji ber vê yekê, pêwîst e ku beşdariyeke bi hêz, mitîngeke bi hêz pêk bê. Divê ev mitîng hêz, îrade û kudreta civakî ya ku dikare rê li ber sala 2026an veke bi zelalî nîşan bide. Bi taybetî dayik, bav, xwişk û birayên şehîdan, gelê Kurd, hemû hêz û kesên ku li kêleka civaka demokratîk û aştiyê ne, divê bi ruhê seferberiyê beşdarî mitîngê bibin, bi hêz bikin û mezin bikin.”














