MEBYA-DER û TUAY-DER ên Amedê bi dirûşma “Li ser ser şopa heqîqetê, li ser sifreya Rojê” li Amedê bi gel re civiyan. Hevseroka MEBYA-DERê Gûrbet Sevîktek malbat silavkirin û peyamên piştevaniyê dan.
Komeleya Çand, Yekîtî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dêrgûşa Şaristaniya Mezopotamyayê Windakirine re (MEBYA-DER) ya Amedê û Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê bi dirûşma “Li ser şopa heqîqetê, li ser sifreya Rojê” bi tevlibûna siyasetmedar Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş li eywaneke dawetê ya li navçeya Peyasê ya Amedê bi gel re civiyan û bernameya fitarê li dar xistin. Hevşaredar, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî di nav de gelek welatî beşdar bûn.
Bername bi deqîqeyekê rêzgirtina ji bo cangoriyên demokrasî û azadiyê dest pê kir. Beşdaran piştî rêzgirtinê dirûşma “Şehîd namirin” berz kir. Dû re sînevîzyoneke ku qala jiyana kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan dikir hate nîşandan. Pişt re Hevseroka MEBYA-DERa Amedê Gûrbet Sevîktek malbat silav kirin û peyamên piştevaniyê dan.
Dû re siyasetmedar Çetîn Arkaş axivî û silavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nûnerên Rojava ji malbatan re ragihandin.
Piştî axaftinan Gûrbet Sevîktek û Çetîn Arkaş yek bi yek li maseyan geriyan û silav dan beşdarvanan. Bername bi xwarin xwarinê bi dawî bû.















