MEBYA-DERa Sêrtê, di çarçoveya Hefteya Lehengiyê de kesên ku di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî.
Li bakurê Kurdistanê, çalakî û bernameyên Hefteya Lehengiyê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de li Sêrtê, bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirin (MEBYA-DER) de meş hat lidarxistin û kesên ku di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn.
Hevşaredarên Sêrtê Safiye Alagaş û Mehmet Kaysî, endam û rêveberên DEM Partiyê, DBP, TUAY-DER, Dayîkên Aştiyê, TJAyê beşdarî çalakiyê bûn. Girse destpêkê li ber avahiya DEM Partiyê ya Sêrtê li hev kom bûn û ji vir ber bi Goristana Newala Qesaba ku gelek kesên kujerên wan ne diyar û PKKî lê veşartîne ve meşiyan. Di meşê de girseyê bênavber dirûşmeya “Şehîd namirin” berz kir.
Piştî ku girse gihîşt goristanê ji bo kesên ku di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girt. Dûre girseyê serdana goran kir û goran bi qurnefîlan xemiland.














