• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

    Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

    MEBYA-DERa Wanê bi boneya Hefteya Lehengiyê bernameya bîranînê li dar xist

    MEBYA-DERa Wanê bi boneya Hefteya Lehengiyê bernameya bîranînê li dar xist

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyên azadiyê hate kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyên azadiyê hate kirin

    Agirê Newrozê li Ceyhan, Îskenderûn û Tarsûsê hat vêxistin

    Agirê Newrozê li Ceyhan, Îskenderûn û Tarsûsê hat vêxistin

    Li Amedê cangorî hatin bibîranîn: Bi saya wan pêvajoyê dest pê kir

    Li Amedê cangorî hatin bibîranîn: Bi saya wan pêvajoyê dest pê kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Wan / AW

28 ADAR 2026 - 18:14
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bi pêşengiya Şaxa MEBYA-DERê ya Wanê, bi boneya “Hefteya Lehengiyê” li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, bernameya bîranînê hat lidarxistin. Yûsûf Dundar di bernameyê de axivî got: “Hemû destkeftiyên gelê Kurd bi saya van şehidên leheng in.”

Bi pêşengiya Komeleya Piştevanî Alîkariyê ya Malbatên Ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) a Wanê, bi boneya “Hefteya Lehengiyê” li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, li Şanowanê bernameyeke bîranînê hat lidarxistin.

Di bernameyê de pankarta ku wêneyên pêşengên PKKê Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz (Egît) li ser û nisa “Em di hefteya lehengiyê de remzên rûmeta me ya neteweyî Mazlûm Dogan, Mahsûm Korkmaz, Zekiye Alkan û hemû şehidên xwe bi rêzdarî bibîr tînin” hat vekirin. Dayikên Aştiyê, Aktivîstên TJAyê, endam û rêveberên DBP û DEM Partiyê yên Wanê û navçeyên navendî û endam û rêveberên saziyên civakî û gelek welatî tevli bernameyê bûn. Bernameyê bi deqeyekî rêzgirtina ji bo cangoriyên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, destpêkir. Piştî rêzgirtinê bi dengekî bikind dirûşmên “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

‘Şehîdan ji bo azadiya gelê Kurd canê xwe dan’

Hevserokê Şaxa MEBYA-DERê ya Wanê Yûsûf Dundar di bernameyê de axivî. Yûsûf Dundar li ser giringiya meha Adarê sekinî û got: “Mazlûm Dogan di Zindana Amedê de agirê Newrozê pêdixe û Newroz ji wê rojê ve heta niha jo bo gelê Kurd bûye roja berxwadanê. Dîsa Mahsûm Korkmaz di vê mehê de şehîd dikeve. Van şehidên bi rûmet ji bo azadiya gelê Kurd kedeke bêhampa û canê xwe dan. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibejê; ‘ji bo ku mirov PKKê nas bike divê mirov Hevalê Egîd nas bike.’”

‘Heta tecrîd bişkê em ê têbikoşin’

Yûsûf Dundar di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku meha Adarê her çiqas meha lehengiyê be, mixabin di vê mehê de gelek komkujî jî li ser gelê Kurd hatine pêkanîn û gelê Kurd gelek şehîd dane. Em ê her tim li dû xeyalên şehidên xwe bin û li ser rêça wan bin. Hemû destkeftiyên gelê Kurd bi saya van şehidên leheng in. Em ê ji bo ku layiqê van şehidên xwe bibin û ji bo tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin hata dawiyê em ê têbikoşin.”

Di bernameyê de sînevîzyona ku jiyan û têkoşîna pêşengên PKKê û nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derheqê Newroz û lehengiyê de vedibêje hat temeşekirin. Bi destpêkirina sînevîzyonê ve dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Bername bi temeşekirina sînevîzyonê bi dawî bû.

Etîket: BîranînMEDYA DERşehîdWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

TUHAY-DERa Wanê: Pêkanînên dawî zirarê dide pêvajoyê

TUHAY-DERa Wanê: Pêkanînên dawî zirarê dide pêvajoyê

27 ADAR 2026
TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê Roja Şanoyê ya Cîhanî pîroz kirin

TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê Roja Şanoyê ya Cîhanî pîroz kirin

27 ADAR 2026
Ji Newroza Wanê çend hurgûlî

Ji Newroza Wanê çend hurgûlî

22 ADAR 2026
Nujiyan Erhan bû dengî jinên êzidî

DFGê û MKGê Rojnameger Nûjiyan Erhan bibîranî

22 ADAR 2026
Cudahî û Hemaniyên Newrozên Kurdistanê Newroz li Bakur Serhildan e

Cudahî û Hemaniyên Newrozên Kurdistanê Newroz li Bakur Serhildan e

21 ADAR 2026
Huseyîn Aykol li ser gora xwe hat bîranîn

Huseyîn Aykol li ser gora xwe hat bîranîn

19 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şêniyên gundê Hacîbayramê bêzar bûne: Şaredariya Erziromê cihêkariyê dike

    Şêniyên gundê Hacîbayramê bêzar bûne: Şaredariya Erziromê cihêkariyê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şahidê Serhildana 28ê Adarê Adnan Bîlen: Çerxa desthilatdaran hat şikandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Serhedê li dijî krîza avhewayê 5 mertalên parastina jiyanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Îro navê Egîd li hezaran zarokên Kurd hatiye kirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PJAKê têkildarî derxistina navê wê ji lîsteya vexwendina kongreyê daxuyanî da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê gelê Kurd di şerê cîhanê yê sêyemîn de bibe yek’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Kaniya wêjeya niviskî wêjeya devkî ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 28ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1082)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne