MEBYA-DER û TUHAY-DER a Wanê bi boneya Remezanê bernameya fitarê li dar xist û bi tevlibûna Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş li gel malbatan hatin cem hev.
MEBYA-DER û TÛHAY-DERa Wanê bi boneya Remezanê bernameya fitarê li dar xist û li gel malbatan hatin cem hev. Bername li eywaneke dawetê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê pêk hat û siyasetmedarên Kurd Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş jî tev li bernameyê bûn.
Bername, ji bo cangoriyên demokrasiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di bernameyê de geşedanên dawî yên li herêmê û pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” hatin nîqaşkirin û piştre malbat û siyasetmedaran bi hev re fitara xwe vekirin.
Bername piştî vekirina fitarê bi dawî bû.














