• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
08 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Koma yekem a koçberên Efrînê dê roja duşemê vegere’

    ‘Koma yekem a koçberên Efrînê dê roja duşemê vegere’

    Nextgen Kurdî foruma bi navê ‘Ciwanî û Aştî’ li dar xist

    Nextgen Kurdî foruma bi navê ‘Ciwanî û Aştî’ li dar xist

    Li Esenyurt û Sancaktepeyê bernemayên fitarê

    Li Esenyurt û Sancaktepeyê bernemayên fitarê

    Li Kobanê çekdaran êrişî bendê kontrolê kir

    Li Kobanê çekdaran êrişî bendê kontrolê kir

    Ji Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê bernameya 8ê Adarê

    Ji Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê bernameya 8ê Adarê

    Parêzgarê Hesekê şandeya Wezareta Perwerdeyê pêşwazî kir

    Parêzgarê Hesekê şandeya Wezareta Perwerdeyê pêşwazî kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Meclîsa Dayîkên Aştiyê: Em jiyanake bêziman qebûl nakin

Amed / AW

22 TEBAX 2025 - 13:22
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Amedê têkildarî civîna bi komîsyonê re daxuyanî dan. Dayîka Aştiyê Nezahat Teke diyar kir ku ew tenê mafê zimanê xwe dixwazin û got: “Divê birêz Abdullah Ocalan were meclisê.”

Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd di meclisa tirkiyê de Komîsyona Demokrasî, Xwîşk-Biratî û Hevgirtina Mîllî bi nûnerên saziyan re hevdîtinê dike. Komîsyon civîna xwe ya yekemîn 5ê Tebaxê pêk anî û dest bi xebatê kir. Komîsyon di civîna 5emîn de li dayîkên aştiyê û şemiyê guhdar kir. Dayîkên aştiyê xwestin ku di civînê de xwe bi zimanê kurdî îfade  bikin. Lê destûr nedan. Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Amedê têkildarî civîna bi komîsyonê re û nêzikbûna zimanê kurdî li avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) şaxa Amedê ya daxuyaniya da. Di daxuyaniyê de dayîkan aştiyê, endam û rêveberên ÎHDê tev li bûn.

‘Ez jiyaneke bêziman qebûl nakim’

Nezahat Teke bal kişand ser axaftina li meclisê û wiha axivî: “Me dixwest bila tevahî dayîk werin li vir. Em gelek bi keyfweşî çûn komîsyonê. Dema em çûn komîsyonê gotin ‘Hûn nikarin bi kurdî biaxivin. Ez dayîkeke kurd im. Ez dixwazim bi zimanê xwe biaxivim. Mirovakî-e nekare bi kurdî biaxivê dê aştî çawa pêk were. Dema zimanê kurdî were qedexekirin em ê çawa di nava aştiyê de cih bigirin. Ez neçûme dibistanê. Ttirkiya min tune ye. Lê dîsa jî nehiştin bi kurdî biaxivim. Eger îro meclîsê komîsyon hatiye avakirin, şande diçe Îmraliyê divê birêz Abdullah Ocalan jî were meclîsê ji bo aştiye. Eger di nava pêvajoyê de zimanê min were qedexekirin hebûna min jî tê qedexekirin. Ez jiyaneke bêziman qebûl nakim. Îro di nava meclisê de zimanê me hatin qedexekirin. Em li vir dilrast bûn. Divê ev jî dilrast nêzî me bibin. Ez ê çawa çareseriyê ji wan bixwazim. Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî.

‘Divê tevahî girtî û birêz Abdullah Ocalan bên berdan’

Sultan Bozkurt anî ziman  ku wan xwest bi kurdî biaxivin. Lê nehiştin û wiha bi lev kir: “Em nikarin bi Kurdî li meclisê biaxivin. Pirsgirêka kurd hêj jî wekî berê ye. Tû çareserî çênebiye. Pirsgirêk pirsgirêka ziman e. Divê devlet bi hiqûqê bê rêvebirin. Eger wîsa nebe em devleta tirk naxwazin. Birêz Abdullah Ocalan ji bi salan e dibêje em tenê ziman û hebûna xwe dixwazin. Ez nikarim li komîsyonê bi tirkî biaxivin. Lê em neçar man ev jî şerma devletê ye. Ji 27ê Sibatê heta niha birêz Abdullah Ocalan ji bo aştiyê her tişt kir. Lê hêj ji aliyê devletê tû gav nahatiye avêtin. Binpêkirina mafê mirovan didome. Gel jî dibêje baweriya me bi devletê nayê. Divê tevahî girtî û birêz Abdullah Ocalan bên berdan. Gelê kurd ji bo aştiyê amade ye.”

‘Em jî bo her tiştî amade ne’

Havva Kiran anî ziman ku divê dayikên aştiyê dema ku Kurdî hat qedexekirin protesto kiriban û ji komîsyonê derketibûna û ev tişt got: “Ji bo ku nebêjin ‘Dayik hatin aştî xerak kirin’ me tişteke negot. Her ziman taybet e. zimanê dayikê wekî şîr zelal e. Em îro ji bo ziman û çanda xwe dijîn. Eger çand û zimanê gelekî winda bibe, ew gel jî winda dibe. Divê her kes bi kurdî malbata xwe re biaxivê. Hate serokê gelê Kurd azad nebe gelê Kurd jî azad nabe. Divê malbatên leşkeran jî dest bidin destên me. Kes zarokê xwe ji bo mirine mezin nake. Îro hêj jî zimanê wan zimanê şer e. Dayikên Kurd dema zarokên xwe dispêrin axê ji bo aştiyê diaxivin. Em makezagoneke nû dixwazin. Di vê zagona nû de gelê Kurd cih bigirê. Em her dem aliyê aştiyê ne. Em jî bo her tiştî amade ne. Çi bikin bila bikin em e li pişt gotina xwe bin. Gelek çawên dayikan wekirî çûn. Lê em dixwazin aştî bê em herin li ser gorên dayikan bibêjin vay aştî hat hûn dilşad bin. Lê devlet îro hêj jî zimanê Kurdî qedexe dike. Ji bo aştiyê em li vir in.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Koma yekem a koçberên Efrînê dê roja duşemê vegere’

‘Koma yekem a koçberên Efrînê dê roja duşemê vegere’

7 ADAR 2026
Li Manisayê ‘Sifreya piştevaniya jinan’ hat danîn

Li Manisayê ‘Sifreya piştevaniya jinan’ hat danîn

7 ADAR 2026
Nextgen Kurdî foruma bi navê ‘Ciwanî û Aştî’ li dar xist

Nextgen Kurdî foruma bi navê ‘Ciwanî û Aştî’ li dar xist

7 ADAR 2026
Li Bexda dengê teqînan hatin bihîstin

Li Bexda dengê teqînan hatin bihîstin

7 ADAR 2026
Li Esenyurt û Sancaktepeyê bernemayên fitarê

Li Esenyurt û Sancaktepeyê bernemayên fitarê

7 ADAR 2026
Li Kobanê çekdaran êrişî bendê kontrolê kir

Li Kobanê çekdaran êrişî bendê kontrolê kir

7 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ROJEVA 26ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 7ê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jiyaneke bi têkoşîn û berxwedanê hatiye honandin: Kumrî Akgul

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên Zana û Têkoşer ên Rojhilatê Kurdistanê Di girtîgehên Îranê de jineke Têkoşer a Kurd: Şîrîn Elemhûlî – 2

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Êlihê mitînga 8ê Adarê: Divê jin ji bo azadiya birêz Ocalan têkoşîna xwe xurttir bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nextgen Kurdî foruma bi navê ‘Ciwanî û Aştî’ li dar xist

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên Kedkar: Divê ne tenê rojekê her roj dengê jinan bê bihîstin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li ser sînorê Rojhilat daxuyanî: Divê li herêmê çareseriyeke aştiyane pêk bê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (285)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne