Meclisa Gel a Taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê diyar kir ku ew ji bo derxistina kesên di êrîşên hov ên çeteyan de birîndar bûne, di nava hewldaneke mezin de ne.
Taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê yên Helebê li aliyekê dijî êrîşên komên çete yên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriye û dewleta tirk berxwedanek mezin didome, li aliyê din ji bo ku kesên birîndar ji herêmê werin derxistin hewldan hatin zêdekirin.
Meclisa Gel a Taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê, bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku ji bo derxistina kesên di êrîşên hov ên çeteyana de birîndar bûne, ew di nava hewldaneke mezin de ne.






