• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
19 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Civîna Komîsyona Meclîse dest pê kir

    Civîna Komîsyona Meclîse dest pê kir

    Rûsyayê bi 270 dron û 10 mûşekan êrişî Ukraynayê kir

    Rûsyayê bi 270 dron û 10 mûşekan êrişî Ukraynayê kir

    Li Xezeyê di nava rojekê de 3 kes ji birçînan mirin!

    Li Xezeyê di nava rojekê de 3 kes ji birçînan mirin!

    Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Li dijî hêzên me 150 êriş pêk hatin

    Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Li dijî hêzên me 150 êriş pêk hatin

    Tiryakkêş û ereqvexwar Çemê Malabadê qirêj dikin

    Tiryakkêş û ereqvexwar Çemê Malabadê qirêj dikin

    Komîsyon dê îro malbatên polîs û leşkeran guhdar bike

    Komîsyon dê îro malbatên polîs û leşkeran guhdar bike

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Navenda Nûçeyan / AW

19 TEBAX 2025 - 12:37
Kategorî: POLÎTÎKA, ROJANE
A A
NAVENDA NÛÇEYAN – Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê diyar kir ku DAIŞê ji serê salal 2025an heta niha nêzî 150 êriş li ser navendên leşkerî û ewlehiyê kirine û 6 endamên wan di van êrişan de ji dest dane.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ebdulkerîm Iweyid Fendî El Iweyid têkildarî êrişên dawî yên DAIŞ’ê yên li ser Dêrazorê ji ANHA’yê re axivî. El Iweyd destnîşan kir ku ji destpêka salê ve şaneyên DAIŞ´ê bi rêbazên nû êrişî hêzên wan ên li gundewarên Dêrazorê dikin û di êrişan de noqteyên ewlehiyê, binesazî û sivîl hedef tên girtin.

El Iweyid, diyar kir ku DAIŞ ji tevliheviya piştî hilweşîna rejîmê sûd digire û got: “Di van êrişan de taktîkên xwe guhertine. Çeteyan zêde dike. DAIŞ’ê ji mijûlbûna me ya bi êrişên dewleta Tirk re sûd girt, xwe komî ser hev kir û êrişên xwe zêde kir. Herêma Dêrazorê berfireh û çolistan e. Li her du beravên çemê Firatê dexil heye. Lewma ji bo şaneyan, stargeh e û dikare serbest dûrî çavan tev bigere. Gelek aliyên ku ji herêmên din hatine û çem derbas kirine, êriş hêzên me dikin.”

Operasyonek berfireh hat lidarxistin

Bi domdarî El Iweyid da zanîn ku di 14’ê Tebaxê dema komeke hêzên wan li Xiranîjê navendeke tenduristiyê diparast, rastî êrişa DAIŞ’yan hatiye û ev tişt anî ziman: “Me gelek êrişkar girtin û lêpirsîn da destpêkirin. Me herêma çete ji wir êrişan dikin tespit kir. Piştre hêzên me operasyon kir û şer derket. Di êrişê de êrişkarek hate kuştin û 3 jî birîndar bûn. Roja din jî hêzên me tevî YPJ’ê operasyoneke berfireh li dar xist. Di wê operasyonê de me 4 hevalên xwe yên hatin revandin rizgar kir û 12 gumanbarên DAIŞê jî girt. Her wiha gelek cebilxane hate desteserkirin.”

Li Dêrazorê 150 êrişên DAIŞê çêbûn

El Iweyid, da zanîn ku ji destpêka sala 2025an heta niha tenê li herêma Dêrazorê 150 êrişên DAIŞê li dijî hêzên wan çêbûne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Meha bere 10 êriş kirin û 6 şervanên me şehîd bûn. Operasyonên me didomin. Di van operasyonan de gelek şane hatin tunekirin. Em ê nehêlin DAIŞ ji rewşa heyî sûdê bigire.”

Etîket: DAIŞêrîşEşkere KirMeclisa Leşkerî ya Dêrazorê
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Rûsyayê bi 270 dron û 10 mûşekan êrişî Ukraynayê kir

Rûsyayê bi 270 dron û 10 mûşekan êrişî Ukraynayê kir

19 TEBAX 2025
Stargeha DAIŞê hat bombebarankirin: 6 çete hatin kuştin

Stargeha DAIŞê hat bombebarankirin: 6 çete hatin kuştin

16 TEBAX 2025
Komek nijadperest li Mêrsînê êrişî malbateke Kurd kir

Komek nijadperest li Mêrsînê êrişî malbateke Kurd kir

11 TEBAX 2025
Komên hikûmeta demkî êrişî 4 noxteyên HSDê kir

HSD: Êrîşên komên çete binpêkirina peymanê ye

9 TEBAX 2025
HPG ragihand ku êrişên Tirkiyeyê didomin

HPG ragihand ku êrişên Tirkiyeyê didomin

8 TEBAX 2025
Şervanan 2 çeteyên DAIŞê girtin

Şervanan 2 çeteyên DAIŞê girtin

7 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (281)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • Derbarê Me De
  • Hemû Nûçe
  • Home 1

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne