Meclisa Welatiyên Başûrî bi armanca tevlibûna serferberiya neteweyî dê biçe Rojavayê Kurdistanê.
Êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Gelê Kurd û dostên wan li gelek deverên cîhanê li dijî êrişan daketin qadan.
Welatiyên li Herêma Federe ya Kurdistanê jî li gelek bajaran daketin qadan û piştevanî dan gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Meclisa Welatiyên Başûrî ku dê saet di 13.00an de li pêşiya kampusa Zanîngeha Silêmaniyê kom bibe û ber bi Rojava ve bi rê keve.
‘Divê gel berê xwe bide Rojava’
Meclisê, di vê çarçoveyê de daxuyaniyek da û da zanîn ku ew ê saet di 13.00an de bicivin û ber bi Rojava ve bi rê kevin. Di daxuyaniyê de bang li tevahiya gelê Silêmaniyê û başûrê Kurdistanê hate kirin ku berê xwe bidin Rojava.







