Meclisa Weqfên Olî ya Kobanê êrişên li ser goristanan û dorpêçkirina li ser bajêr şermezar kir. Meclisê daxwaza bidawîanîna dorpêçê û vegera koçber bo malên xwe kir.
Bertekên li hembar dorpêçkirina bajarê Kobanê ji aliyê Komên Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê ve, berdewam dikin. Meclisa Weqfên Olî ya Kobanê li ber Zanîngeha Şerîetê ya Bajêr daxuyaniyek da çapemeniyê. Li ser navê endamên meclisê û melayên mizgeftên Kobanê, Şêx Muhyedîn Elî daxuyanî xwend û êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê, goristanan û dorpêça li ser Kobaniyê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de ji Desteya Weqfên Olî ya Sûriyeyê û civaka îslamî ya navneteweyî hat xwestin ku dorpêça li ser Kobanê û gundên wê rakin da ku şênî bikarin vegerin mal û gundên xwe. Meclisê di daxuyaniyê de destdirêjiya li ser goristanên li Reqayê şermezar kir û ev tişt hatin gotin: “Her wiha em hin kiryarên ku ji hêla hikûmeta demkî ve li dijî gorên şehîdan hatine kirin, yên ku axa Sûriyeyê li dijî terorîzma DAIŞ’ê parastine û ji bo hemû Sûriyeyê şehîd bûne, şermezar dikin.”













