Amed – Şaredariya Peyasê bi armanca pêşvebirin û xurtkirina xebatên pirzimanî û pirçandî “Meclîsa Ziman” ava kir. Mamosteyên Meclîsa Ziman diyar kirin ku ew ê di nav Meclîsê de hin komîsyonan ava bikin û xebatên ji bo Kurdî li her taxan bicih bikin.
Şaredariya Peyasê ya Navçeya Amedê bi armanca pêşvebirin, xurtkirina ziman û dijderketina bişaftinê “Meclisa Ziman” di 21ê Mijdarê de bi civînekê damezrand. Her wiha dê Meclîs xebatên pirzimanî û pirçandî di bin banê şaredariyê de bi rê ve bibe. Şaredariya Peyasê ku di bin rêveberiya DEM Partiyê de ye ji Nîsana 2024an vir ve gelek xebat û çalakiyên girîng ên ji bo ziman û çanda Kurdî pêk anî û ev xebatên wan berdewam dikin. Di bin banê şaredariyê de dibistanên zarokan jî hatine avakirin û zarok bi Kurdî tên perwerdekirin.
Mamosteyên Kurdî ku beşdarî civîna damezrandina “Meclîsa Ziman” bûn li ser armanca avakirina Meclîsê axivîn.
‘Em ê xebatên Kurdî li hemû taxan belav bikin’
Koordînatorê Projeya Meclîsa Ziman Erdal Ozçelîk diyar kir ku armanca wan ew e ku xebatên zimanê Kurdî li hemû taxan bicih bikin û wiha got: “Ev xebat, hem di nava şaredariyê de hem jî li navçeya Peyasê, amadekariya xebat, daxuyanî û projeyên li ser ziman dike. Ji ber vê yekê, komîsyon û yekîne hatin avakirin. Di van yekîneyan de çalakî û aktîvîteyên perwerde û hişyariyê tên lidarxistin ku ev yek ji bo zimanê me pirr girîng e. Bi taybetî ji bo zaravayê Kirmanckî yekîneyek hate avakirin û xebatên xwe li ser vî zaravayî didomîne.”

‘Armanca Meclîsê ew e ku hemû qadên jiyanê bike bi Kurdî’
Medya Yerlîkaya ku mamostetiya pêşdibistana Zarokistanê ye anî ziman ku gelê Kurd bi salan e têkoşîna zimanê xwe dike û got: “Ji ber vê têkoşînê em jî weke Şaredariya Peyasê perçeyekî vê têkoşînê ne û me xebatên ziman me daye pêşiya xwe. Yek ji wan xebatan jî perwerdekirina zarokan e. Di 2015an de Zarokistan bi destê qeyiman hatin girtin. Li wan qadan bişaftineke mezin çêbû. Piştî ku me şaredarî bi dest xist me bi hev re dîsa Zarokistan vekir. Lê mixabin niha jî em dinêrin bişaftin her ku diçe zêde dibe. Di sala 2015an de zarokan axaftina bi Kurdî zanibûn. Niha li her polekê zarokek an du zarok bi Kurdî diaxivin. Wekî din hem zarok û hem jî malbat hemû bi Tirkî diaxivin. Ev jî ji bo me êşeke giran e. Divê em xwe ji bin bandora bişaftinê derxin. Niha jî ‘Meclîsa Ziman’ hate avakirin. Aramanca me ew e ku em zarokan bi Kurdî perwerde bikin û xebatên perwerdekirinê berfirehtir bikin. Mixabin dema ku em bi zarokan re danûstandinê dikin bi Tirkî ye. Em dixwazin zimanê Kurdî bi wan bidin fêrkirin. Ya herî zehmet ew e rizgariya ji bişaftinê ye. Zarok li Zarokistanê bi Kurdî fêr dibin û têdigihîjin. Armanca me ya avakirina Meclîsê ew e ku em hemû qadên jiyanê bikin Kurdî û xebatên xwe yên Kurdî bidin meşandin.”

‘Em ê di nav Meclîsê de komîsyonan ava bikin’
Midûra Polîtîkayên Malbat û Jinan a Şaredariya Peyasê Fatma Budak Guler jî bi bîr xist ku du sal in şaredarî di destê wan de ye û got ku divê bêtir xebatên ziman bihatina kirin. Fatma Budak Guler diyar kir ku demek dirêje ku xebatên damezrandina Meclîsê dihatin kirin û wiha axivî: “Ji bo avakirina vê Meclîsê sê meh bûn xebat û nîqaş hebûn. Di encamê de me Meclîs ava kir. Armanca me ew e ku zimanê me di her qada jiyanê berbelav bikin û pirsgirêkên li ser ziman çêdibin çareser bikin. Em dixwazin her karê xwe bi zimanê xwe bikin. Em ê ji bo demên pêş kargehên ziman çêbikin. Em ê ji bo kesên ku di şaredariyê de bi Kurdî nizanin biaxivin, em ê wan perwerde bikin ku bi zimanê xwe biaxivin. Di nava Meclîsê de jî em ê hin komîsyonan ava bidin avakirin. Weke komîsyonên wêje, huner, çand, lêkolîn û hwd. ava biki. Em ê di demên pêş de xebatên Meclîsê bidin rûniştandin.”

‘Em pirr dereng jî man; bila zimanê me winda nebe’
Mamosteya Zarokistanê Sîdar Yildenîz jî destnîşan kir ku ew di mijara avakirina dibistanan de pirr li paş mane û got: “Divê em bêtir bi xebatên ziman ve mijûl bibin. Di warê ziman de pirr kêmasî hene; hem di Kurmancî de hem jî di Kirmanckî de. Em naxwazin zimanê me winda bibe. Em dixwazin Şaredariya Peyasê ziman bike rojeva sereke. Daxwaza me ew e ku li hemû taxên Peyasê xebatên ziman bên belavkirin û hemû malbat xwedî li zimanê xwe derkevin û pê biaxivin.”














